Bajarê Duhokê Bawernameya Rêzgirtinê ya "Xelata Cîhanî ya Bajarê Aştîyê" wergirt

Bajarê Duhokê Bawernameya Rêzgirtinê ya "Xelata Cîhanî ya Bajarê Aştîyê" wergirt

Li Başûrê Efrîqayê di pêşbirkeya berbijêrên bo nasnavê “Xelata Cîhanî ya Bajarê Aştîyê” de, bajarê Ersal ‎ê Lubnanê karî xelatê bibe û Duhokê jî Bawernameya Rêzgirtinê wergirt.‎

A+A-

Navenda Nûçeyan- Sê roj e Kongreya Hevbendî ya Bingehdanîna Şîyanên Hikûmetên Xwecihî li Başûrê Efrîqayê destpê kiriye, ku çendîn welat beşdar in. Parêzgeha Duhokê jî di nav 35 bajarên berbijêrkirî de bû bo bidestxistina Xelata Cîhanî ya Bajarê Aştîyê.

Rêveberê Borda Cîbicîkar a Mirovayetî û Endamê Şanda Parêzgeha Duhokê Idrîs Nebî ji Rûdawê re got: “Herçiqas Duhok û 5 bajarên din ketin qonaxa dawî, ku pêşbirkeya dawî di navbera 6 bajaran de birêve çû, lê belê bajarê Ersal ê Lubnanê pileya yekem a Bajarê Aştî yê Cîhanê bidest xist û Duhok û 4 bajarên din Bawernameya Rêzgirtinê wergirtin.”

Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê Fehîm Ebdulla derbarê mijarê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotibû: “Li gor wan pîvanên bo xelatê hatine dîyarkirin, bajarê Duhokê di dema derbasbûyî de bajarê bihevrejîyanê bûye. Karîye bi sedan hezar koçber û penaber ji pêkhate û neteweyên cuda li sînorê parêzgehê bicîh bike, biparêze û xizmeta wan bike.”

Peyamnêrê Rûdawê Eyûb Nesrî jî dibêje: “Piştî çend serdanên rêxistinê bo Duhokê, Duhok yek ji wan bajaran bû ku bo wergirtina Xelata Aştî ya Cîhanî hat berbijêrkirin. Xala bihêz a Duhokê ew bû ku hejmareke zêde ya koçber û penaberan lê dijîn, ku niha hejmara wan nêzîka 650 hezar koçber û penaber e, di demekê de nifûsa Duhokê yek milyon û nîv kes e, ku her du kesên Duhokê koçberek an penaberek beramber e.”

Pêşbirkeya bidestxistina Xelata Cîhanî ya Bajarê Aştîyê, ji alîyê Rêxistina Şaredarîyên Hollandayê ve bi navê Rabîteya Şîyanên Hikûmetên Xwecihî salane li welatekî cîhanê birêve diçe. Îsal li Başûrê Efrîqayê hat kirin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin