Babacan: Zimanê dayikê mafekî sereke ye

Babacan: Zimanê dayikê mafekî sereke ye

.

A+A-

Her du Wezîrên Karên Derve yên berê yên Tirkiyê Babacan û Davûtoglu, rexne li polîtîkayên derve yên Tirkiyê girtin. 

 Li Tirkiyê Partiyên Opozîsyonê di çarçoveya sînyalên hilbijartina pêşwext de trafîka hevdîtinên di navbera xwe de xurt dikin. Îro jî serokên Partiyên DEVA û Dahatûyê Alî Babacan û Ahmet Davutoglu, ku her du jî ji Partiya Desthilatdar AK Partiyê cuda bibûn hevdîtinek pêk anîn. Li ser pirsa Kurdistan24 her du Wezîrên Karên Derve yên berê yên Tirkiyê Babacan û Davûtoglu, rexne li polîtîkayên derve yên Tirkiyê girtin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan her çi qas di daxuyaniyên xwe de gotegotên hilbijartina pêşwext qebûl neke jî, li Tirkiyê partiyên opozîsyonê bi giştî pêngavên dawîn yên Partiya Desthilatdar AK Partiyê wek sînyalên hilbijartina pêşwext dibînin. Di vê çarçoveyê de liv û tevgera di navbera partiyên opozîsyonê de jî xurt bûye.

Herî dawî serokên partiyên DEVA û Dahatûyê Alî BABACAN û Ahmet Davûtoglu hevdîtinek pêkanîn. Babacan û Davûtoglu ku her du jî di heyama desthilatdariya AK Partiyê de wek Wezîrên Karên Derve kar kiribûn, li ser pirsa Kurdistan24 rexne li siyaseta Tirkiyê ya derve ya îro girtin. Babacan li ser siyaseta Tirkiyê ya derve ji Kurdistan24 re wiha got:

“Vê gavê Tirkiye xwediyê siyaseteke derve nîne. Bi daxwazên kesekê karên derve tên birêvebirin. Şarezayên karên derve ji karên xwe hatine dûrxistin. Dema ku hikûmet di siyaseta navxwe de jî dikeve nava tengasiyê siyaseta derve bikar tîne. Dibêje li derve gelek dijminên me hene ji loma aboriya me têk çû. Weke ku Tirkiye ji ber şerê li hemberî dijminên derve tenê û bêpare maye tê nişandan.”

Li aliyê din Davûtoglu jî li ser heman pirsa Kurdistan24 rexne li siyaseta Tirkiyê ya li hemberî dewletên Rojavayî girt.

“Cihê ku hikûmet mafdar be em piştgiriya wan dikin. Lê belê Hikûmet karên derve weke derûniya Erdogan bi avayekî nezelal birêve dibe. Yekitiya Ewropayê rojekê dibe dijmin, Biden rojekê dibe hevkarek ku sohbet pê re tê kirin. Rojeke din dibe dijminek biyanî ku xwe tekili karên derve dike.”

Babacan û Davûtoglu Hikûmeta Tirkiyê wek sedema têkçûna aboriyê nîşan dan. Her du serokan jî di daxuyaniyên xwe de gotin ku li Tirkiyê pêwîstî bi “pergaleke bihêz yeke parlementeriyê” heye. Her wiha teqez kirin ku ku hevkarî û têkiliyên dualî di navbera partiyên wan de dê werin bihêzkirin.

“Zimanê zikmakî mafekî mirovî ye.”

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan li ser pirseke ku zimanê Kurdî destnîşan dike, got “mafê zimanê zikmakî qasî şîrê dayîkê ji mirov re helal e.” Bersîva Babacan ya li ser zimanê zikmakî wiha bû:

“Zimanê zikmakî ango çi? Zimanê zikmakî zimanê ku diya mirov diaxive ev e. Axaftin û fêrbûna zimanê dayîkê, parastina ev zimanê yek ji mafên mirovî yên sereke ye. Em bi wî avayî li mijara zimanê zikmakî dinêrin û em dibêjin ku mafê zimanê zikmakî qasî şîrê dayîka mirov, helal e û maf e. Kes bila ji nêrîna me ya zimanê zikmakî fitne û fesadiyan nederxîne.”

k24
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin