Babacan: Li Tirkiyê 10 hezar rojnamevan ji kar hatine dûrxistin

Babacan: Li Tirkiyê 10 hezar rojnamevan ji kar hatine dûrxistin

.

A+A-

Serokê Giştiyê Partiya DEVA da xuyakirin, li Tirkiyê 10 hezar rojnamevan ji kar hatine dûrxistin û helwesta piraniya xwediyên medyayê neyînî ye.

Serokê Giştiyê Partiya DEVA Alî Babacan da xuyakirin, Tirkiye di warê azadiya rojnamevanî de, li nav 180 welatan di rêza 153emîn de ye û heta niha 10 hezar rojnamevan ji kar hatine dûrxistin.

Babacan got, her rojnamevanek ku dijî desthilatê tiştekî bibêje, yan binivîse, bi daxwaza hikûmetê ji kar tê dûrxistin û piraniya xwediyên damûdezgehên medyayê jî hember vê berxwe nadin.

Babacan bang li Serokomarê Tirkiyê jî kir, êdî bibîne bi derbekarên 28’ê Sibatê, mafya û çeteyan re di nav heman keştiyê de ye û got, eger desthilat bi yasa û demê re neye sînordarkirin, misoger ziyanê dide welat.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin