Ayhan Bilgen:  Pêwîstiya Tirkiyê bi tevgereke siyasî heye

Ayhan Bilgen: Pêwîstiya Tirkiyê bi tevgereke siyasî heye

.

A+A-

Parlamenterê berê yê HDPê û hevserokê berê yê Şaredariya Qersê Ayhan Bilgen dest ji partiya xwe berda. Ayhan Bilgen di nameya xwe ya îstîfayê de, behsa wê yekê dike ku wî ji ber pirsên civakî dawî li endamtiya xwe aniye.

Bulent Arinç ku yek ji damezrênerên AK Partiyê ye, meha borî di hevpeyvînekê de gotibû ew li gel Ayhan Bilgen diaxive û eger di dema xwe de bihata qebûl kirin, ew dê li ser lîsteya Ak Partiyê bûba berbijêr, lê nehat qebûlkirin û ew jî çû ser lîsta HDPê.

Bilgen ev demeke hem li ser torên civakî û hem di bernameyan de, peyama damezirandina tevgereke siyasî belav dike û dibêje, ya wan lêgerîneke siyasî ye û pêwîstiya Tirkiyê jî bi tevgereke siyasî heye.

Ayhan Bîlgen beşdarî bultena Rûdawê bû û bersivî pirsên Bêjera Rûdawê Hêvîdar Zana yên derbarê van mijar û çend mijarên din de da.

Hêvîdar Zana: Çi cudabûneke bîr û baweriyan di navbera te û HDPê de heye? Çima tu cuda bûyî?

Ayhan Bilgen: Li Tirkiyê di pirsgirêka Kurd de ti çareserî nîne û em bi xitimandinekê re rû bi rû ne. Ev tenê erka siyasetê HDPê nîne, ev di berpirsiyariya hemû aktorên siyasî yên Tirkiyê de ye.  Erka siyasetê çarserkirina pirsgirêke û vekirina rêyan e. Aktorên siyasî divê bi diyalogê pirsan çareser bikin. Derfet û şertên çareseriyê her ku diçe kêmtir dibin. Şert xerab dibin. Pêwîstî bi destwerdanekê heye. Ev ji aliyên civaka sivîl, ji aliyên sêyemîn an jî ji aliyê zemîneke civakî pêk tê nizanim, lê pêwîst e. Ez wisa difikirim ku siyaset bi giştî divê xwe ji nû ve ava bike. Bê şik ji ber ku HDP ji aliyê raya giştî ve weke aktora herî girîng tê naskirin, bi min divê HDP jî pêdçûnekê derbarê xwe de bike û li ser şêwaza xwe nîqaşê bike.

Hûn behsa tevgerek nû dikin. Hûn dê tevger an partiyeke çawa ava bikin? Te gotin ku kesên ji MHP cuda bûne jî bi we re ne, gelo ev rast e?

Niha, helbet karê me ne partî ye, karê me yê ewilew e ku li Tirkiyê siyasteke rast ava bikin, nerîneke rast, şêwazeke siyasî ya ku li çareserîyê digere pêk bînin. Em dixwazin siyaseteke ku ji bo çareseriyê axaftin û diyalogê, dike rêbaz pêk bînî. Em dixwazin di vî warî de ji nû ve siyasetê ava bikin.  Lê mixabin îro li Tirkiyê her kes berê xwe dide yên pêşiya xwe û nikare bi yê din re empatiyê û têkiliyê deyne, ji ber ku rêya xwe weke rêya rast dibîne. Ez di wê baweriyê de me ku hem divê danûstandin û diyaloga di navbera kurdên Tirkiyê de saxlemtir bibe û hem jî diyaloga Kurd û Tirkan li ser zemîneke saxlemtir rûne. Eger hûn dixwazin siyaseta Tirkiyê biguherînin, divê hûn beşên cuda bînin ba hev. Ez dibêjim, nayê qebûlkirin ku ji derdorên alîgirê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd re bê gotin, `Hûn berê jî wisa bûn`. Wate tişta ku Kurd heta niha pê re rû bi rû maye, niha hewl bidin ji bo yên din jî bi kar bînin qet nayê qebûlkirin.

Xwezî derdorên netewperestên Tirk bi berpirsyarî tevbigerin û tevkariyeke erênî di pirsa Kurd de bikin. Divê ew li ser wê hesas bin. Eger ev bar were dabeşkirin em dê bi asanî tevbigerin. Lê ger hûn bibêjin 'ev pirsgirêk a me ye, ne hedê kesekî din e, nîqaş bike` wê demê hûn dê ji siyaseta serdest aciz nebin.

Têkiliya we bi Bulent Arinç re çawa ye? Bulent Arinç pêşengiya vê tevgera nû dike? Pêwendiyeke we ya raste rast bi AK Partiyê re heye?

Ez û birêz Arinç dema ku ez li Mazlum-Derê bûm, dema ku min karê weşangeriyê dikir, dema ku min di radyo û televizyonên cuda de bernameyan çêdikir jî  me hev dît.  Ez heta niha pê re diaxivîm. Di siyasetê de şêwirkirin, nirxandin û guhdarkirina nêrînên li ser pirsgirêkên welat ne tiştekî sosret e. Divê Ji xwe necivîn û ne tercîhkirina diyalogê divê bê pirsîn û xerîb bê dîtin. Ji ber vê yekê, hewce nake ku me girêdaneke organîk hebe. Lewma ne hewce ye ku  peywendiyeke me ya siyasî hebe. Lê eger pirsgirêkên me yên hevpar hebin, pir xwezayî ye ku em di nav diyalogê de bin ka em çawa dikarin wan çareser bikin. Ti têkiliya min a sazî û dezgehî ya rasterast bi partiya desthilatdar a niha re nîne, lê gelek asayî ye ku bi dost û siyasetmedarên ku em ji berê ve heval in, li ser pirsa Kurd, pirsgirêka demokrasiya li welêt û destûreke nû danûstandinan bikin û dikin jî. Beriya ku ez têkevim siyasetê, min girîngî bi diyalogê dida. Ez niha jî girîngiyê pê didim. Di siyaseta Tirkiyê de pêwîstî bi vê yekê heye. Lê divê weke têkiliyeke organîk, têkiliyeke sazûmanî neyê dîtin. Ji ber ku ev hinekî sansasyonel in û balê dikêşînin di medyayê de dibe mijara nîqaşê. Lêgerîna me ne lêgerînek wisa ye, yanî ne hewldanek e ku em ji xwe re cihekî bibînin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên welat çi ji destê me tê em hewl didin.

Di bernameya we de ji bo çareseriya pirsa Kurd çi heye? Eger hûn bibin partî, hûn dê çawa pirsa Kurd çareser bikin?

Bersiva vê ya herî eşkere ew e ku meriv bi objektîf bixwîne ka ew çawa nehatiye çareserkirin. Bikaranîna rêbazên heta niha, lîstina bi hêviyên civakê ye. Eger em zelal bikin ka ew çawa heta niha nehat çareserkirin, em dê rêya herî saxlem a çareseriyê jî bibînin. Ji ber vê yekê li vir du meylên sereke hene. Yek di çarçoveya polîtîkayên ewlehiyê de ye. Bibêjin `Binerin di pêvajoya çareseriyê de me nekarî çareser bikî, wê demê em bi polîtîkayên ewlehiyê çareser bikin` ev e. Berovajiyê vê jî, rêya pêvajoya çareseriyê ye ku di nav de burokrasiya ewlehiyê jî heye. Wate ev mesele tenê bi çekan çareser nabe û nayê çareserkirin jî. Ka em bi axavtinê çareser bikin… Niha li vê derê bi min ew her du jî biser neketin, divê ev yek me berbi rêbazek nû ve bibe. Eger pirsgirêkek hebe û xwezaya pirsgirêkê hatibe guhertin divê em vê guherînê jî bibînin. Dibe ku her kes ji aliyê xwe rast be, lê di encamê de pirsgirêka Kurd a diguhere li pêşiya me ye. Ji aliyê sosyolojiyê ve, guhertina pêkhateya çînan, guhertina derfetên xwendinê, koçberiya ji gundan  ber bi bajar ve, koçberiya ji bajarên ku kurd lê kom bûne ber bi rojava ve... An jî li vir geşedanên li Iraq û Sûriyê ku Kurd lê dijîn. Li gorî van hemûyan, divê em rêbazek nû, çareseriyek nû bibînin û bêyî ku di dûbarekirinên berê de asê bimînin, lêgerîneke nû ava bikin. Ya rast ew e ku çareserî wek pêvajoyekê were xwendin. Ez wisa difikirim ku avakirina bawerî, gav bi gav pêşdeçûn, ji holê rakirina tirs û fikaran û perspektîfek mafdar dê çareserîyê bîne ser zemîna siyasî. Lê bi min divê berî her tişt gavên pêbaweriyê bêne avêtin.

Di îstîfa te de gefek jî heye ji bo HDPê û alîgirên wê. Çima te pêwîst dît wê yekê bibêjî ku `dema pêwîst bike ez dê mafê xwe yê xweparastinê bikar bînim`?

Bi rastî, di daxwaznameya yekem a ku min nivîsandî de paragrafa paşîn tune bû. Min dê rê li ber van  nîqaşan venedikir, lê min xwest ku bila her kes bizanibe nîqaşên li ser min ên li ser medyaya civakî bi zimanek pir xerab tê kirin. Bila komîteyên partiyan jî vê zanibin. Pirs me ez êşiyam an dilgiran bûm. Di bingeha partiyê de rewşek wisa heye divê bê zanîn. Berê dema ku wêneyên siyasetmedarên partiyên cuda li Meclîsê derdiketin lîncê dihat kirin. Digotin çima pê keniya, te çima destê xwe da wî... Ev rewşek pir însanî ye. Tevgereke pir însanî ye slavê bidin endamên partiya desthilatdar an jî endamên MHPê,  ji aliyê vê girseyê ve xerîb tê dîtin, hûn hema yekser tênee lînçkirin.  Jixwe parlamento tê wateya cihê ku lê axaftin tê kirin. Bi gotineke din, li cihê ku tê axaftin, hûn ê ji her kesî aciz bibin! Ew tê wateya ku tiştekê fêm nakî. Mixabin, ev kampanyaya ku îro ez rû bi rû bûme, dibe ku sibê siyasetmedarek din rû bi rû bibe. Tu nikarî bi vî rengî siyasetê bikî. Hem HDP û hem jî partiyên din berpirsyar in ku alîgirên xwe yên ku bi vî rengî xwedî helwestin, perwerde bikin. Min xwest vê berpirsiyariyê bînim bîra her kesê. Heqaret û gefên  li dijî min ne tiştekî ku mirov jê re bibêje ew karê trollan e û derbas bike. Ji niha û pê ve tiştekî ku ez winda bikim nemaye. Ez ne di wê rewşê de me ku ez li ser HDPê nîqaş bikim. Ez dê bi rêya platformên sivîl xebatên çareseriya pirsa Kurd bidomînim. Eger dixwazin ji niha û pê ve hevkariya me bidome, divê her kes rêza xwe nîşan bide. Her kes dê bi min re bi rêkûpêk danûstandinê bike û ez ê jî wisa bikim. Kesên ku sembolên HDPê datînin ser profîlên xwe û hêza ku çi tê devê wan dibêjin nîşan dide, dê vê hêzê di xwe de nebînin. Partî xwedî nirxin in eger wek dibistan xizmetê bikin. Dema ez HDPê rexne dikim di çarçoveya rêzgirtinê de dikim. Bê guman mafê HDPyiyan jî heye ku min rexne bikin. Ez qet ji rexneyê aciz nabim. Min bertek neda, lê heqaret, dijûn, îftîra, gef nayên qebûlkirin. Ev jî ne mafê kesî ye. Divê partî bi berpirsyarî tevbigere. Divê kesên eleqedar bi zanin luksa wan a vê yekê nîne.

Çavkanîya Nûçeyê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin