Asayişa Rojava li Kampa Holê operasyonek pêk anî

Asayişa Rojava li Kampa Holê operasyonek pêk anî

.

A+A-

Hêzên Ewlehiya Navxwe yên ser bi Rêveberiya Xweser ve, li kampa Holê dest danîn ser hejmarek çekan. Amnesty jî bang li welatan kir zarokên li kampê vegerînin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir ku Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Rêveberiya Xweser operasyonek pêk anîn û li beşa pêncem a taybet bi nişteciyên Sûrî di nava Kampa Holê de dest danîn ser hejmarekê perçeyên çekan.

Hêzên Ewlehiya Navxwe bi operasyonên cuda, hewl dide çekan di nav kampê de nehêle û ku ev jî di demekê de ye, ji dema operasyona yekem ve di kampê de, 36 tawanên kuştinê çêbûne.

Li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka sala 2021ê ve 75 tawanên kuştinê di nava Kampa Holê de çêbûne.

Amnesty daxwaza vegerandina zarokên DAIŞê dike

Rêxistian Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) jî di daxuyaniyê de bang li welatan kir û tekez kir ku divê ew 27 hezar zarokên malbatên DAIŞê yên ku li Kampa Holê ne bên vegerandin.

Amnesty diyar dike, ew zarokên ku xelkên 60 welatên cuda yên cîhanê ne, ji azadiyê bêpar in û di rewşeke tundûtûjiyê de dijîn û di bin metirsiya bircîbûn û metirsiyê de ne.

Herwiha Amnesty International, pêwîst e dibîne ku hikûmetên welatan bi erkê xwe yê mirovî rabin û rêzê li mafên zarokan bigirin û cardin wan vegerînin nava jiyaneke asayî û li welatên xwe yên resen bijîn.

Kampa Holê

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne.  Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in.  Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat  hene  û %96 ji wan jin û zarok in,  %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in.  Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in.  77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin.  12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

Operasyonên asayişê li nav kampê

Hêzên Ewlehiya Navxwe li Rojavayê Kurdistanê Adara îsal bi sedema “zêdebûna bûyerên kuştinê û liv û tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞê li nav kampê û hewla belavkirina hizra tundrewiyê di nav zarokan de” bi beşdariya 5 hezar endamên asayişê, “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê” hatibû pêkanîn.

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen gotibû, “53 çeteyên DAIŞê û di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundî li kampê pêk dianîn, hatin girtin. Her wiha gelek telefonên destan û laptopên ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan hene, hatin desteserkirin.”

Herwiha hatibû diyarkirin ku belgeyên 11 hezar mêr, jin û zarokên jor 15 saliyê re yên li kampê hatine nûkirin û ji bo zarokên kêmî 15 saliyê jî dê agahiyên girêdayî wan ji malbatên wan bên wergirtin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin