Arteşa Tirkiyê li Diyarbekirê dest bi operasyoneke nû kir

Arteşa Tirkiyê li Diyarbekirê dest bi operasyoneke nû kir

.

A+A-

 Arteşa Tirkiyê li bajarê Diyarbekirê dest bi operasyoneke nû li dijî PKKê kir.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de ragihand, li bajarokê Licê yê ser bi Diyarbekirê ve, bi beşdariya 645 personelên ewlehiyê li dijî PKKê dest bi operasyoneke nû hatiye kirin.

Diyar kir jî, Operasyon bi navê “Eren Abluka Payiz – Zivistan – 24” e û bi beşdariya 4 tabûran û 43 tîmên operasyonê hatiye destpêkirin û di yekem roja operasyonê de, dest bi 144 k.g madeya hişbir de hetiya girtin.

Ev operasyon piştî wê tê, duhî Wezareta Navxwe ragihand ku li Şirnexê bi beşdariya 871 endamên hêzên ewlehiyê operasyoneke nû ya bi navê “Eren Abluka Payiz – Zivistan -23” li dijî PKKê hatiye destpêkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin