Artêşa Tirkîyê 4 gundên Zaxoyê bombebaran kir

Artêşa Tirkîyê 4 gundên Zaxoyê bombebaran kir

Balafirên Tirkîyê di demjimêrên destpêkê yên nîveşevê de 4 gundên sînorî yên qezaya Zaxo li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan – Li gor nûçeya Rûdawê, operasyonên Tirkîyê li sînorê herdu nahîyeyên Batûfa û Derkarê yên ser bi Zaxo ve berdewam in û dîyar kir, li nêzîk hin gundên wan herdu nahîyeyan şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Artêşa Tirkîyê de derketîye.

Peyamnêrê Rûdawê herwiha got, li gor zanyarîyan li hinek navçeyan Tirkîyê 40 km sînor derbas kirîye.

Rêveberê Nahîyeya Batûfayê, Dilşêr Ebdulsitar ji Rûdawê re ragihand, “gundên Eblehê, Pîrbila, Monînê û Şaqol ji alîyê artêşa Tirkîyê ve hatine bombebarankirin.”

Têkildarî zirarên wan bombebaranan de Dilşêr Ebdulsitar got, bombebarana herî dawî ya li sînorê nahîyeyê, bê zirar bûye.

Artêşa Tirkîyê ji roja 17ê Hezîranê (vê mehê) ve operasyoneke nû li dijî PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê û bi taybet li devera Heftenînê ku dikeve sînorê qezaya Zaxoyê, dest pê kirîye.

Wezareta Berevanîya Tirkîyê navê “Çengê Piling” li wê operasyonê kirîye û ragihandîye, armanc ji lidarxistina wê operasyonê parastina sînor û binkeyên serbazî yên wî welatî yên li ser sînor e, ku bi gotina wê wezaretê di demên dawî de êrîşên li ser zêde bûbûn.

Hulusî Akar, Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê jî duh tekezî li ser berdewamîya operasyona Çengê Piling kir û ragihand, ew rêzê li serwerî û yekparçeyîya axa Iraqê digirin, lê belê operasyon dê bidome.

Akar destnîşan jî kir, ku ji destpêka operasyonê ve heta niha 41 gerîlayên PKKê jîyana xwe ji dest dane û hêzên wan dest danîne ser gelek çek û teqemenîyan.

Lê belê PKK wan amarên Tirkîyê red dike û Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihandîye, ji destpêka êrîşên Tirkîyê ve hêzên wan 100 serbazên Tirkîyê kuştine.

Ji destpêka operasyona nû ya Tirkîyê ve heta niha 25 gundên Başûrê Kurdistanê yên li sînorê nahîyeyên Batûfa û Derkarê hatine valakirin û xelkê wan gundan aware bûne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin