Arif Qurbanî : Piştî Kabulê dora Bexda yan Hewlêrê ye?

Arif Qurbanî : Piştî Kabulê dora Bexda yan Hewlêrê ye?

.

A+A-

Arif Qurbanî /Rûdaw


Xopanî û şikestina bilez a artêş û hikûmeta Efxanistanê li hember grûpa terorîst a Talibanê, cihê pûnijîn û kûr fikirînê ye. Artêşek bi dirêjahiya bîst salan Amerîka û hevpeymanên xwe meşq û rahênan pê kirine û bi nûtirîn teknolojî û çekên serbazî, firoke û helîkopterên şer, bi hamer û tankên dijgulle hatibû pirçekkirin, lê belê li pêşber motorsiklêt û pîkabên piştvala yên çekdarên Talibanê ti berevanî ji wan nehat kirin. Gelo sedem tenê ew in ku Amerîka û medyaya cîhanî dixwazin mîna perdeyekê li ser şanoya bûyerên Efxanistanê berdin ku di nav artêş û dezgehên hikûmetê de gendeliyeke bêtixûb hebû, û ew gendelî û nedadî sedema li pişt hilweşîna morala leşkeran bû ku ti baweriyeke wan nemaye xwe ji bo parêzvaniya welatekî bidin kuştin ku jiyana pişka herî zêde ya miletê xwe ber bi hejariyê bir û çîneke destdirêj û desthilatdar jî gihand çerxa felekê. Gelo bi rastî ev sedema xopanî ye?

Çêdibe yek ji sedeman hebûna gendelî û xerabiya hukmdariya welêt be, lê sedema sereke ya vê xopanî û hilweşînê, Amerîka bi xwe ye. Ne tenê ji ber ku ji Talibanê re li çok bû û di civînên eşkere û nihênî yên navbera wan de stûyê xwe li ber xwestekên wê xwar kir ku ew ê hêzên xwe ji Efxanistanê bikişîne û bi vê yekê jî rê li ber vegera Talibanê xweş kir, lê belê çimkî Amerîka dixwest Talibanê vegerîne ser desthilatê, wek çawa di nîveka salên notî yên sedsala borî de jî ji bo çend armancan destê wan girt û ew anîn ser desthilatê. Vêga jî Amerîka bingeh ji wan re berdest kir da dest deynin ser welêt. Armanca Amerîka ji vê senaryoyê çi ye, meger piştî salên pir derengtir derkeve.

Şahê Îranê Mihemed Riza di kitêba (Bersiv bo Dîrokê) de, ku beşek ji bîreweriyên wî ye û piştî li ser kar nemana xwe û koçberiya xwe nivîsiye, li cihekî qala wê yekê dike berî ku rewşa Tehranê aloz bibe, şevekê balyozê Amerîkayê hate ba min û doz ji min dikir ku ez ji bo dema mehekê geştekê ji bo welatên Ewropayê bikim, çend hêncet ji bo wê çûna min rêz kiribûn, dibêje hêj ez ji hêla xwe her mijûlî vekolandina pêşniyara wî bûm û min biryara çûnê nedabû, wexta ku rojnameya Washington Postê bi manşêt nivîsîbû Şahê Îranê reviya û terka Tehranê da. Şah vê wek nimûneyekê li ser hebûna destê Amerîka di handan û çêkirina xwepêşandanan de ji bo ji ser kar avêtina rejîma şahinşahî û anîna ser hukm a melayan tîne.

Heke em tenê li bûyerên van çend rojên Efxanistanê temaşe bikin û daxuyaniyên fermî yên berpirsên Amerîka yên girêdayî rewşa Efxanistanê bînin pêş çavên xwe, pir bi sadeyî ew yek ji me re derdikeve ku Amerîka wê heman rola serdema Şah dilîze. Hêj Talibanê dest bi êrişên xwe nekiribû, Amerîka dibêje piştî vekişîna hêzên me egera wê yekê heye ku Taliban dest bi ser Efxanistanê de bigire. Dezgeha Sîxuriya Amerîkayê raporek belav kir û tê de bingeha gotûbêjekê çêkiriye gelo dê di dema 90 rojan an 30 rojan de Kabula paytext bikeve destê Talibanê. Daxwaz ji balyozxaneya welatê xwe kiriye belgeyan bişewitînin ji bo ku Taliban dest bi ser wan de negire. Ev di demekê de bû ku hêj ti metirsiyek li ser paytextê çê nebûbû. Daxuyaniya dawî ya Serokê Amerîka Joe Biden jî, bêhtir av xiste aşê êrişên Talibanê li ser Kabulê dema got em ê hêza serbazî bişînin ji bo ku proseya veguhastina sefareta me leztir bike û gef li Talibanê xwar ku keleman li pêşber proseya bilez veguhastina me çê neke. Ev hemî amaje û rêpêdanên Amerîka ji bo Talibanê bûn da dest bi ser Kabulê de bigire. Herwiha rê ji bo ketin û hilweşîna artêş û desthilata Efxanistanê xweş kirin. Çima Amerîka vê yekê dike? Divê dem caba rast bide me ka çi karekî Amerîkayê bi vegerandina Talibanê heye.

Piştî Efxanistanê, têbînî û bendewarî li ser Iraqê ne. Li Iraqê jî hevawayê Efxanistanê demeke dirêj e Amerîka bi grûpên Beis, DAIŞ û Heşda Şeibî re di gotûbêjeke rasterast û ne rasterast de ye ji bo kişandina hêzên xwe ji Iraqê. Gelo bi vekişîna Amerîka ji Iraqê, senaryoya vegera DAIŞê yan anîna Beisê bi kêmanî ji bo navçeyên sunî, egereke çaverêkirî ye? Gelo dê Herêma Kurdistanê rûbirûyî ti gef û metirsiyekê bibe?

Tevî ku xalên hevbeş û hevawa yên Iraq û Efxanistanê pir in, wek gendelî û nedadî, xerabiya hukmdariyê, asta jiyan û debara xelkê, rewşa ewlekarî û nearamî, heta digihe heman wê bêhêvîtiya Amerîka û hevpeymanan ku bi sedan milyar dolar di meşq, rahênan û pirçekkirina artêşekê de xerc kirin û nebû artêş, lê bi ti awayî nayê çaverêkirin rewşa Efxanistanê li Iraqê dubare bibe, çimkî grûpên ku doza derketina Amerîka û hevpeymanan ji Iraqê dikin, ne wek Talibanê hêzeke li derveyî hukmdariyê ne ku bi vekişîna Amerîkayê rê ji bo vegera wan were xweşkirin. Yê li Iraqê doza derketina Amerîkayê dike, ne DAIŞ û Beisî ne, lê belê ew grûp in ku stûna hukmdariya şîeyan li Iraqê ne û desthilat di destê wan bi xwe de ye. Lewma ya ku bi vekişîna Amerîka ji Iraqê metirsî dikeve ser ne Bexda lê belê Herêma Kurdistanê ye.

Bi vekişîna Amerîka ji Iraqê, meydan ji Îranê re valatir dibe û ti berjewendiyeke Îranê di wê yekê de nîne ku kêşe ji şîeyên desthildatdar re çêbibin, lewma Îran wek pasevana Bexdayê rê nade ne grûpên Beisê û ne DAIŞ, keleman ji desthilata şîeyan re çêbikin, meger li wan navçeyên ku pêwîstiya wê bi hênceta wêrankirin û xopankirina jêrxan û qirrkirina şêniyên wê hebe, ev jî ne ji bo Bexda lê ji bo deverên sunî çaverêkirî ye.

Egera bihêz ew e ku Herêma Kurdistanê bibe xala bendewariyê ji bo rûbirûbpûna gefan, gefa DAIŞê û gefa grûpên şîe. Li gor raporên dezgehên sîxuriyê yên welatên endam di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, hêj mana hêzên çekdar ên DAIŞê bi hezaran kes tê texmînkirin. Di vê serdema teknolojiya zanyarî de ku amrazên li ber destê dezgehên sîxuriyê pir pêşketî ne, cihê gumanê ye were gotin nayê zanîn bi hezaran çekdarên DAIŞê bi çek û kelûpekên xwe yên serbazî xwe li kû veşartine. Çekdarên DAIŞê ji bo erkekî din hatine hilgirtin û dezgehên sîxuriyê bi xwe îdareya xwarin û vehewandina wan îdare dikin. A hest pê tê kirin beşa wan a zêde li navçeyên navbera Mûsil û Hewlêrê ne. Ew navçe jî ne ewqasî dijwar û zehmet e ku mûmkin be bi hezaran kes xwe ji hîvên destkird û çavên kamerayên firokeyên bêfirokevan veşêrin. Hêzên ku DAIŞ bikar dianîn, ew ji bo qonaxeke din hilgirtine, ku dûr nayê zanîn piştî vekişîna Amerîkayê wan bikin serêşî ji bo Herêma Kurdistanê.

Gefa duyem jî li ser Herêma Kurdistanê, grûpên Heşda Şeibî ne. sedem pir in ji bo hebûna nakokî û hevrikiyan di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê, di navbera Heşd û Pêşmergeyan de. Mana pirsgirêkên berê navbera Iraq û Herêma Kurdistanê, herwiha kêşeyan ku niha hene û derektina arîşeyên curbicur, egera wê zêde ye piştî vekişîna Amerîkayê, navbera Hewlêr û Bexdayê ber bi rewşeke aloztir bibin. Tedbîrên ku ji bo siyaseta erebkirin û şîekirinê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê tên birêvebirin, serdestiya hegemoniya Heşda Şeibî li ser dezgehên emnî û îdarî yên wan navçeyan, metirsiyên wan li ser kurdan, egereke çaverêkirî ne ji bo teqînê. Nûtirîn doza Îranê jî ji Herêma Kurdistanê bi derxistina navend û baregehên hêzên kurdî yên rojhilat ji Herêma Kurdistanê ku piştî vekişîna Amerîkayê bi rêya Heşda Şeibî, em ê bibin şahidên dîtina rêze êrişên wan ku dê Kurdistanê ber bi rewşeke xerab bibin.

A ku bikare Kurdistanê ji van gergerînokan biparêze û bibe alternatîva Amerîka ji bo Kurdistanê, Îran e. Îran dikare metirsiya DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê zêde bike û her bi xwe jî dikare vê metirsiyê dûr bixe. Îran dikare grûpên Heşda Şeibî bike çavkaniya nearamî û aloziyê ji bo Herêma Kurdistanê, her bi xwe jî dikare metirsiya Heşdê ji Kurdistanê dûr bixe. Îran dikare Bexdayê bike hokar ji bo têkdana rewşa siyasî û îdarî ya Herêma Kurdistanê û her Îran jî dikare Bexdayê bike çavkaniya hêzê ji bo Kurdistanê. Lewra pêwîst e Herêma Kurdistanê ji bo piştî vekişîna Amerîkayê piştrastiya Îranê ji bo berdestkirina parastina Herêma Kurdistanê berdest bike, pêwîstiya vê jî bi fikirîneke hûr heye. Wek çawa Şukrî Fezlî di helbesteke xwe de berê xwe dide qiralê Kurdistanê û dibêje:

Îş ku rûy êste le hewraze, sere û lêjî nekeyt
Bîrî wirdîşî dewê, her be dua û niwêjî nekey!

(Karê ku niha berê wî li jor e, tu berjêr nekî. Fikirîna hûr jî jê re divê, tu tenê bi dia û nimêjê nekî!)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin