Arif Hîto: Rêjeya Bêkarîyê li Herêma Kurdistanê 11% Ye

Arif Hîto: Rêjeya Bêkarîyê li Herêma Kurdistanê 11% Ye

Rêveberê giştî yê wezareta Karûbarên Komelayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Arif Hito dibêje, rêjeya bêkarîyê li herêma Kurdistanê "li gor datayên wezareta Pilan Danaê di navbera 9 û 11% da ye, ev rêje sala 2017ê nêzîkî 15% bû

A+A-

Navenda Nûçeyan - Rêveberê giştî yê wezareta Karûbarên Komelayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Arif Hito dibêje, rêjeya bêkarîyê li herêma Kurdistanê "li gor datayên wezareta Pilan Danaê di navbera 9 û 11% da ye, ev rêje sala 2017ê nêzîkî 15% bû". Hîto herwiha dide zanîn ku rêveberîya wan navendên bikar xistina bêkaran li parêzgeha Duhok, Hewlêr, Silêman, û herêmên Soran, Germîyan û Zaxo dane ava kirin, her kesê bêkar be, dikare bihê wan navendan û navê xwe binvîse û formek heye pir dike.

Arif Hîto dibêje, karmendên bîyanî ewên têne herêma Kurdistanê û kar dikin, di wê rewşê dane ku xelkê Kurd ne amdeye wî karî bike, weke karên paqij kirinê, yên jîngeh û karê xizmet kirina nav malan.

Hîto derbarê pilana wezareta wan bo dîtina delîvên kar bo xurtan dibêje, ji derveyî ava kirina 6 senterên taybet bo dîtina karî bo bêkaran, wan malpera Oline jî ku portal elektronî ye xistine di xizmetê da, genc dikarin serdana malperê bikin û ji karên heyî û berdrest agihdar bibin û fêr bibin, ku ew bi xwe karî bibînin.

Derabrê projeyên biçûk Hîto dibêje, ji sala 2015an wan dest bi dana qerzan kir bû bo projeyên biçûk bo keç û xurtan û zêdetirî 8 hezar qerz dabûn gencan, lê ji sedema kirîza aborî, dana qerzan niha rawestîya ye.

Ji bo guhdarkirina vê nûçeyê bitikînin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin