Amnesty ji bo taxên Kurdan ên Helebê bang li hikûmeta Sûriyê kir

Amnesty ji bo taxên Kurdan ên Helebê bang li hikûmeta Sûriyê kir

.

A+A-

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) bi raportekê diyar kir, divê hêzên rêjîma Sûriyê dorpêça ku li ser sivîlên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku piraniya wan Kurd in sepandine, rake.

Li gor Amnesty do di raportekê de da zanîn, hêzên rêjîma Sûriyê dorpêçeke tund li ser her du taxan û gundên herêma Şehbayê sepandine û tekez kirin ku ew gihîştina sotemenî û pêdiviyên din ên jiyanê yên sereke bo wan devran asteng dike.

Hêzên rejîmê ji Tebaxa 2022an ve bi deh hezaran sivîl, di nav wan de koçberên navxweyî bi taybet ên Efrînê hene, li taxên Kurdan ên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) û nêzîkî 50 gundên herêma Şehbayê yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, xistine bin dorpêçeke tund û rê nade sotemenî, derman û pêdiviyên din ên jiyanê bigihe wan.

Amnesty di rapora xwe de eşkere dike, pêdiviyên bijîşkî niha li wan deveran qediyane û xelk di vê werzê Zivistanê ji bo xwegermkirinê, alavên malê û plastîkan dişewitînin.

Kesên ku Amnesty bi wan hevpeyvîn kirine gotine, ji dawiya meha Tebaxa sala borî ve, hêzên rêjîmê û bi taybet “Firqeya Çaran” a ser bi Mahir Esed ve, derbasbûna sotemeniyê ji bo navçeyên dorpêçkirî, gelekî sînordar kirine. Di encamê de jî, ev tax rojane tenê du saetan elektrîkê werdigrin.

Herwiha bijîşkekî li nexweşxaneyeke herêma Şehba kar dike ji Rêxistina Amnesty re destnîşan kiriye: “Em gelekî bi tirs in ku sotemeniya jeneratora nexweşxaneyê bi dawî bibe. Pirsgirêk ew e ku em nikarin elektrîka hin beşên nexweşxaneyê wek beşa lênêrîna giran, odeya neştergeriyê an jî navenda lênêrîna hûr qut bikin, ji ber vê yekê pêwîstiya me bi elektrîkê 24 saetan heye.”

Di berdewamiyê de Mistefa jî yek niştecihên taxa Şêx Meqsûd e dibêje: “Êş û azarên rastî, dema ku rewşa keşûhewayê xirabtir bû, dest pê kir. Ji ber ku qaçaxçiyên ku bi piraniya wan ji hêzên rejîmê ne, nêzîkî du milyon û 400 hezar lîre ji bo her bermîleke mazotê distînin ku berî berî dorpêçê, bi qasî 75 hezar lîreyên Sûrî bû.”

Hêjayî gotinê ye, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê wek taxên Kurdan tê nasîn û nêzîkî 200 hezar kes lê dijîn. Herêma Şehbayê jî di navbera herêma Efrîn û Helebê de ye û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye. Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, dora 150 hezar Efrînî li 5 kampan û li gundên wê herêmê bicih bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin