Amnesty: Divê Konseya Ewropayê ji bo Kavala çi ji destê wê tê bike

Amnesty: Divê Konseya Ewropayê ji bo Kavala çi ji destê wê tê bike

.

A+A-

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) bang li serokên welatên Konseya Ewropayê kir ku li dijî Tirkiyeyê pêvajoya binpêkirinê bidin destpêkirin. Herwiha Amnesty got “Divê Konseya Ewropayê ji bo Kavala çi ji destê wê tê bike.”

13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di rûniştina doza Geziyê ya tevlîbûyî de biryara berdewamkirina girtina parêzvanê navdar ê mafên mirovan Osman Kavala da.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî piştî biryarê daxuyaniyek da û ji serokên welatên Konseya Ewropayê xwest ku di civîna xwe ya roja Sêşemê ya li Strasboûrgê de li dijî Tirkiyeyê pêvajoya binpêkirinê bidin destpêkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî di nameyek vekirî de ku îro piştî nîvro hat weşandin, ji serokên dewletan xwest ku piştî redkirina Tirkiyê ji biryara mecbûrî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya sala 2019an vê prosedûra ku kêm tê bikar anîn bikar bînin.

"Gefeke cidî li ser yekparçeyiya sîstema mafên mirovan a Ewropayê çê dike"

Nils Muižnieks, Dîrektorê Ofîsa Herêmî yê Ewropayê yê Amnesty Internationalê got “Hincetên Tirkiyê yên ji bo ku Osman Kavala ji girtîgehê dernexe davetê rastê bi dawî bûn. Qebûlkirina Tirkiyeyê ya ji bo bicihanîna biryara mecbûrî ya AÎHM'ê binpêkirina mafê azadiya şexsî ya Kavala ye û li ser yekparçeyiya pergala mafên mirovan a Ewropayê gefeke cidî çê dike.”

Osman Kavala zêdeyî 4 sal in li Girtîgeha Girtî ya Sîlîvriyê tê girtin.

Rûniştina “Doza Gezî” û “Grûpa Çarşi” ku herdu di bin banê yek dozê de hatine komkirin îro 26ê Mijdara 2021an, li Dadgeha 13emîn a Cezayê Giran a Çaglayanê birêve çû. Karsaz û Çalakvanê Tirk Osman Kavala ku ji sala 2017an ve ji ber “çalakiyên Parka Geziyê” li girtîgeha Silivriyê girtî ye, wek pêştir ragihandibû beşdarî dozê nebû.

Nils Muižnieks ragihand “Ev doz dîmenek din a çewisandina siyasî ya bênavber e ku AÎHM Tirkiyê mehkum kiriye. Di rewşeke wiha de ku welatek erkên xwe yên li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih nayîne de, Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê divê bikevin nava tevgerê û pêvajoya binpêkirinê bidin destpêkirin.”

Nils Muižnieks wiha berdewam kir “Divê Konseya Ewropayê û welatên endamên wê ji bo azadiya Osman Kavala çi ji destê wan tê bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin