Amerîkayê li hêzên Îranê da

Amerîkayê li hêzên Îranê da

.

A+A-

Amerîkayê bi fermana Joe Biden, li Sûriyeyê li dijî komên ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve, çend êrîş pêk anî.

Li gor Fermandariya Navendî ya Amerîkayê bi twîtekê diyar kir, bi fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden, hêzên leşkerî yên Amerîka îro çend êrîşên hûr li Dêrezorê li Sûriyê encam dane.

Di heman daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Armanca wan êrîşan, berevanîkirina li hêzên Amerîkayê û parastina wan e ji êrîşên weke ya roja 15ê Tebaxê komên ser bi Îranê encam dabûn. Me êrîşî wan sazî û jêrxane kirine armanc ku ew komên ser bi Supaya Pasdaran bi kar tînin.”

Herwiha hat destnîşankirin, lêdan û êrîşên îro girîng û pêwîst bûn ji bo berevanîkirin û parastina endamên Amerîkayê.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di daxuyaniyê de eşkere dike, wan rêkarên guncaw û bi mebest sitendine ji bo sînordakirina metirsiyên derketina aloziyan û kêmkirina metirsiya birîndarbûna xelkê.

Di berdewamiyê de hat diyarkirin: “Serok Biden ferman daye ku ev êrîş bên kirin ji bo têkdan û rêgirtin li pêşya êrîşên ku komên ser bi Îranê encam didin.

Fermandehiya Navedî ya Amerîkayê da zanîn: “Amerîka ne li pey şer û aloziyan e, lê berdewam dibe ji sitendina tedbîrên pêwîst ji bo parastina gelê xwe û berevanîkirin li xwe.”

Herwiha di derbarê mana hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistan û hinek deverên bakurê Sûriyê de di daxuyaniyê de hat gotin: “Hêzên me ji bo şikestina yekcarî ya DAIŞê piştrast bibe, wê li Sûriyê bimîne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin