Amerîka: Sûrîye, li pêş karê komîteya destûrê astengîyê çêdike

Amerîka: Sûrîye, li pêş karê komîteya destûrê astengîyê çêdike

Wezareta derve ya Amerîkayê, hikûmeta Sûrîyê bi astengkirina karê komîteya destûra Sûrîyê tometbar kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di daxuyanîyekê de wezareta derve ya Amerîkayê ragehand, sepandina mercan binpê kirineke zelale ji rênmayîyên komîteya destûra Sûrîyê re û hewleke ji bo asteng kirina karê wê komîteyê.

Di wê daxuyanîyê de wezareta derve ya Amerîka ragehand, ew berdewam piştevanîya karê sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî û şanderê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bikin ji bo destibikarbûna wê komîteyê.

Herwaha hat ragehandin, divê giringî ne tenê komîteya destûra Sûrîyê bê dayîn, lê divê giringî bi xalên din yên biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî jî bê dan, ji wan jî: azad kirina girtîyan, rawestandina şer û peyda kirina seqayeke guncayî ku têde hilbijartineke azad birêve biçe.

Berî niha Gêr Pêdersen, şanderê navdewletî jibo Sûrîyê raghandibû, alîyên komîteya destûra Sûrîyê negehiştîne rêkeftnekê derbarê bernameya karê komîteyê ku li gera duyemîn li Cinêv brêveçû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin