Amerîka rê nade Îran bibe xwediyê çekên atomî

Amerîka rê nade Îran bibe xwediyê çekên atomî

Amerîkayê ragihandiye, eger hevdîtinek jî bi rayedarên Îranê re bê kirin, lê belê Waşington rê nade Tehran bibe xwediyê çekên atomî.

A+A-

Piştî biryara hikûmeta Îranê ya zêdekirina çalakiyên etomî, Amerîka dixwaze hişyariyekî tundtir bide Îranê ku dest ji meyandina zêdetir a uraniyumê berde. Amerîkayê ragihandiye, eger hevdîtinek jî bi rayedarên Îranê re bê kirin, lê belê Waşington rê nade Tehran bibe xwediyê çekên etomî. Lê Îranê ragihandiye ku heya aliyên pêwendîdar pabendî rêkeftina etomî nebin, ew dest ji meyandina yuraniyumê bernadin.

 

Herçiqas bi daxuyaniyên wan xuya ye ku Trump û Ruhanî her ku diçe nêzîkê maseya gotûbêjê dibin, lê tişta ku Amerîka qet ne amade ye dest jê berde, ew e ku Îran bibe xwediyê çekên etomî.

 

Di civîneke çapemeniyê de, Serokê Amerîkayê, Donald Trump di vê bareyê de got, ne dûr e ligel Serokomarê Îranê bicive, eger bê kirin, li Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî be yan li cihekî din, lê ew yek nayê wê wateyê ku Washington çavê xwe ji zêdekirina asta meyandina uraniyuma Îranê re bigire.

 

Donald Trump got: “Em nahêlin Îran bibe xwediyê çekên etomî, qet nabin xwediyê çekên etomî. Eger li pey meyandina uranyûmê digerin, bila dest jê berdin ji ber meyandin bo Îranê gelekî metirsîdar dibe. Gelekî metirsîdar dibe.”

 

Îran li ser zêdekirina asta meyandina uranyûmê berdewam e. Nûnerê Îranê li Ajansa Enerjiya Etomî ya Navdewletî, Xerîb Ebadî jî dibêje, heta pêwîst bike uranyûma zêdetir dimeyînin.

 

Xerîb Ebadî da xuyakirin: “Sêyem pêngava biryarê ku me avêtiye, çalakiya lêkolîn û perepêdanê ye. Her bow ê lêkolîn û perepêdanê, daxwaz ji Rêxistina Enerjiya Etomî ya Îranê hatiye kirin ku li gor Rêkeftina Etomî hemû astengan bide alî heta wê asta ku pêdiviya welat pê heye. Dixwazim tekez bikim ku her hewldanek bo qutkirina hevahengiya çalak û berhemdar a navbera Ajansa Enerjiya Etomî û Îranê û xistina guşarê bo ser ajansê were kirin, bi kiryar bersiva pêwîst ji aliyê Îranê ve werdigire.”

 

Her ku diçe Îran pêbendiyên xwe bi Rêkeftina Etomî kêmtir dike, ev pêngavên Îranê jî guşarên zêdetir ên Amerîkayê li pey xwe tînin.

 

Hefteya derbasbûyî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê hişyarî da Îranê û ragihand ku kêmkirina pêbendiyên bi Ajansa Enerjiya Etomî ya Navdewletî nayê qebûlkirin.

 

Îran wiha dibîne ku Amerîka dixwaze vê carê bi rêya Ajansa Enerjiya Etomî guşarên li ser Îranê zêdetir bike. Vê hewldana Amerîkayê wek plangerî dibîne û herwiha li ser zêdekirina asta meyandina uranyûmê jî pêdagir e.

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin