“Amadekariyên kayyûmî piştî hilbijartinê bi rojekê dest pê kiriye”

“Amadekariyên kayyûmî piştî hilbijartinê bi rojekê dest pê kiriye”

Mehmet Emîn Aktar, Serokê kevin ê Baroya Amedê diyar kiriye ku Wezareta Karûbarên Navxweyî biryara tayînkirina kayyûmî ji bo Şaredariya Amedê spartiye du nivîsên Walîtiya Amedê.

A+A-

Mehmet Emîn Aktar, Serokê kevin ê Baroya Amedê diyar kiriye ku Wezareta Karûbarên Navxweyî biryara tayînkirina kayyûmî ji bo Şaredariya Amedê spartiye du nivîsên Walîtiya Amedê.

Mehmet Emîn Aktar, Serokê kevin ê Baroya Amedê diyar kiriye ku amadekariya tayînkiriya kayyûmî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî hilbijartina 31ê Adarê, hîna encam diyar nebûbûn hatiye dest pê kirin.

Aktarî li ser hesabê xwe yê Twitterê dokumanek par ve kiriye. Di vê dokumanê de biryara Wezareta Karûbarên Navxweyî heye ku bi vê biryarê Selçûk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.

Di vê dokumanekê de hatiye gotin ke, “Nivîsa hejmar 8195 a 01.04.2019ê û nivîsa hejmar 18901 a 07.08.2019ê di pêvekê de ye…”

Aktarî di mesaja xwe de wiha gotiye:

“Şerm e. Amadekariya tayînkirina kayyûmî ya ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beriya ku encamên hilbijartina 31ê Adarê diyar bibin, hatiye destpêkirin. Biryara ji wezîfeyê dûrxistinê sipartina nivîsa Walîtiya Amedê ya 1ê Nîsana 2019ê. Biborînin, we go îradeya gel!”

Nivîsa Walîtiyê…

Mehmet Emîn Aktar bi rêya telefonê ji bianetê re got, di nivîsa 1ê Nîsanê ya ku Walîtiyê amade kiriye de behsa lêpirsîn û dozên li ser Selçûk Mizrakliyî hatiye amadekirin hene.

Aktarî diyar kir ku di nivîsa 7ê Tebaxê ya Walîtiyê de hatiye gotin ku kesên kayyûmî di serdema berê de ji wezîfeyê dûr xistibûn, dîsa di şaredariyê de hatine bicîkirin û navê kesekî ku bi tohmeta alîkariya PKKyê li girtîgehê maye li kolaneke Amedê danîne.

 

aktar.jpg

 

Aktarî wiha berdewam kir:

“Belê, navê doktor İlhan Dîkenî lê kiribûn, rast e. Di sala 1992yê de bi tohmeta alîkariyê hatibû dadgehkirin û il girtîgehê mabû. Lê paşê bûbû Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê û Serokê Odeya Doktorên Amedê. Li Amedê gelek dihate naskirin, çend sal berê koça dawî kiribû.”

Aktarî paşê hemû dokuman par ve kiriye

Aktarî piştî demekê tweeteke din avêtiye û hemû dokuman par ve kiriye:

“Di tweeta beriya niha de min xwest ku bibêjim beriya hilbijartinê amadekariya kayyûmî hatiye kirin. Di nava civakê de bêbawariyeke gelekî mezin heye ku ji min hat xwestin ez tevahiya dokumanê par ve bikim. Di jiyana xwe ya pîşeyî de bêyî ku xwe bispêrim dokumanan min qet îdiayek neaniye ziman. Ez tevahiya dokumanê par ve dikim.”

 

510-680.jpg510-680-1.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin