Aloziyên di navbera NATO û Rûsyayê de kûrtir dibin

Aloziyên di navbera NATO û Rûsyayê de kûrtir dibin

.

A+A-

Aloziyên di navbera Rûsya û NATOyê kûrtir dibin. Rûsya di vê aloziyê de xwe weke aliyê mafdar dibîne û dibêje, wan hemû hewl dane ku pêwendiyên xwe yên li gel NATOyê pêş de bibin, lê ji ber ku NATOyê xwe nedaye ber, ev alozî çêbû ne.

Kremlîn dibêje, sedema bidawîanîna hevkariya bi NATOyê re ew bû, ku hemû hewlên wan yên ji bo pêşvebirina peywendiyan bêwate bûn, an ku wan tenê rewşa heyî, bi fermî kir. Lê nîgeraniya siyasetmedarên Rûs, herî  zêde ji endamtiya gengaz a Ûkraynayê di NATO de ye.

Bi nêrîna parlamneterê Rûs, “plana berevaniyê” ya NATOyê, ku heftiya borî di civîna Wezîrên Berevanî yên endamên Hevpeymaniyê de hatiye pesendkirin, amadekariya şerê dijî Rûsyayê ye.

Cîgirê Serokê Komîteya Peywendiyên Navneteweyî yê Dûmayê Aleksey Çepa dibêje “NATO dixwaze li Ûkraynayê bi cih bibe. Dûrahiya Ûkraynayê ji me, bi firîna mûşekê, ji 7 xulekê jî kêmtir e. Bi awayekî siruştî, ev yek me neçar dike ku em jî bersivê bidin. Aşkere ye ku provokasyonan dikin. Û ew, ji bo Rûsyayê gef e. Lê gelo, tehdîdeke tenê ji bo Rûsyayê ye? Bi nêrîna min, eger ew tehdî tenê ji bo Rûsyayê baya, wan dê planên xwe ji mêj ve pêk bianiyana.”

Ji aliya din daxuyaniya Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê ku gotibû NATO dikare li dijî Rûsyayê çekê atomî jî bikar bîne, hêrs û dilgiraniya li Moskowê hîn tundtir kir.

Pisporên serbazî bawer nakin ku NATO bi Rûsyayê re têkeve nav şerekî rasterast, belkî dikare hewil bide, wêya bikşîne nava şerekî hîbrîd.

Cîgirê Serokê Akademiya Jepolitikayê Konstantîn Sîvkov got “Şerê atomî nikarin. Lê dikarin bi riya bikaranîna şêwazên şerê hîbrîd, Rûsyayê ji hindur ve biteqînin. Ji xwe destpê kirine jî. Bila wezîra Almanyayê ji bîr neke, ku eger şerê atomî destpê bike, tenê noqareke Rûsî dikare 60 serikên atomî berde ber bi Almanyayê. Û piştî hingê dê Almanya weke dewlet û Alman jî weke milet li rûyê erdê namînin.”

Aloziya Peywendiyên Moskow û NATO, 6 sal berê bi îlheqkirina herêma Kirimê ji aliya Rûsyayê ve, kûrtir bûbû. Lê  piştî ku NATO hejmara diplomatên rûs yên li baregeha xwe ya Brukselê nîvî bi nivî kêmtir kir, heftiya borî Moskow jî bîryar da ku hemû peywendiyên xwe bi NATOyê re bibire.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin