Almanya: Şaşîyek wê şewatê gur bike

Almanya: Şaşîyek wê şewatê gur bike

Rojnameya Frankenpost ya Almanyayê rageşîya Tirkîye û Yewnenîstanê ya li Behra Sipî şîrove kir: Tirkîye jî naxwaze şerek derkeve. Şer wê zirareke mezin derxine holê.

A+A-

Rageşîya di navbera Tirkîye û Yewnenîstanê bû mijara çapemenîya Almanyayê.

Rojnameya Frankenpost ya Almanyayê rageşîya di navbera Tirkîyê û Yewnenîstanê wiha şirove kir:

“Hem Tirkîye hem jî Yewnenîstan di gotinên xwe de li alîyê çareserîyê cî digirin û herdu alî jî xwe di bin tevgera ne adilane de hîs dikin. Ev ji bo NATO û YEyê fersendeyekê derdixine holê. Herdu alî jî naxwazin di navbera herdu alîyan de şerek biqewime. Zirara vîşerî wê gelek mezin be. Xetere jî di sîyasetmedarên ku mêşê dikin gamêş û rageşîyê mezintir dikin. Şaşîyek wê agirê di navbera herdu welatan gur bike.”

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin