Almanya Îdiayên Tirkîyê yên Ser Azadîya Medyayê bi Tundî Red Dike

Almanya Îdiayên Tirkîyê yên Ser Azadîya Medyayê bi Tundî Red Dike

.

A+A-

Wezareta Derve ya Almanya îro Sêşemê ragihand ku balyozê Tirkîyê li Berlînê ji wezaretê re hat gazî kirin û nerazîbûna hikûmeta Almanî ji wî re hate ragihandin.

Wezareta Derve ya Almanya ji hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku îdiayên vê dawî yên hikûmeta Tirkîyê bi zimanekî tund hat red kirin.

“Me ji balyoz re dîyar kir ku îdîayên hikûmeta Tirkîyê yên ser azadîya ragihandin û ramanê û yên ser sîstema dadwerîyê ji hêla hikûmeta Almanî ve bi zelalî tê red kirin,” wezaretê got.

Hikûmeta Tirkîyê roja Çarşemê bang li balyozê Alman kiribû ku binçavkirina du rojnamevanên Tirk Îsmaîl Erel û Cemîl Albay li Frankfurtê protesto bike.

Wezareta Derve ya Tirkîyê binçavkirina Erel û Albay wek êrîşeke dijî medyaya Tirk û kiryareke rêgir bi nav kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin