Almanya: Hêzên bîyanî ji Iraqê vekişin, DAIŞ dê bihêz bibe

Almanya: Hêzên bîyanî ji Iraqê vekişin, DAIŞ dê bihêz bibe

Wezîrê Derve yê Almanyayê ragihand, heger hêzên bîyanî ji Iraqê vekişin, dê DAIŞ li wî welatî bihêz bibe. Hişyarîyê jî dide, DAIŞ ne tenê li ser Iraqê, belkû li ser tevahîya herêmê û Ewropayê jî metirsî ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand, pêwîst e destkeftên şerê DAIŞê bêne parastin, ji ber wê wek Hevpeymanîya Navdewletî girîng e ew li ser erkên xwe li Iraqê berdewam bin.

Dîyar kir jî, ew niha bi Hikûmeta Iraqê re di guftûgoyan de ne, ji ber ku ew dibîjin, pêwîst e hêzên navdewletî li Iraqê bimînin û girîng e bi Iraqîyan re rûbirûyî DAIŞê bibin.

Perlemana Iraqê roja 5ê vê mehê bê amadebûna Fraksîyonên Kurdistanî û hejmarek ji Fraksîyonên Sune, projeyasaya derkirina hêzên bîyanî ji Iraqê pesend kiribû.

Herwiha Maas got jî: Di çend hefteyên bûrî de, DAIŞê karî çendîn êrîşan bike û tirs heye bi vekişandina bilez a hêzên navdewletî re, DAIŞê bihêz bibe û êrîşên xwe li Iraqê zêdetir bike, ev jî ne tenê li ser Iraqê, belkû li ser tevahîya herêmê û Ewropayê jî metirsî ye û divê rê li ber were girtin.

 K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin