Alîyên sîyasî serok û logo ya Hevpeymanîya Kurdistanî destnîşan dikin

Alîyên sîyasî serok û logo ya Hevpeymanîya Kurdistanî destnîşan dikin

Îro alîyên sîyasî yên Kurdistanî, bi mebesta destnîşankirina serok û logo ya lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî li bajarê Silêmanîyê dê kom bibin.

A+A-

Îro alîyên sîyasî yên Kurdistanî, bi mebesta destnîşankirina serok û logo ya lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî li bajarê Silêmanîyê dê kom bibin.

 

Li gor zanyarîyên Kurdistan24, îro alîyên pişikdar di hevpeymanîya Kurdistanî bo helbijartina Civata Parêzgehên Îraqê li Meko ya sereke ya Bizava Gorranê li bajrê Silêmanîyê dê kom bibin. Biryare alîyên sîyasî di kombûna îro de serokê lîsta Hevpeymanîya Kurdistanê û logo ya hevpeymanîyê destnîşan bikin.

 

Roja şemî û yekşema buhurî alîyên sîyasî li bajarê Hewlêrê kom bûn û li ser mîkanîzma karkirina hevpeymanîya Kurdistanî bo hilbijartina Civata Parêzgehan li deverê Kurdistanî rêkkevtin.

 

Helbijartina Civata Parêzgehên Îraqê li 1.4.2019 dihêt encamdan. Alîyên Kurdistanî li ser wê yekê rêkkevtine li sinûrê parêzgeha Kerkûk, Neynewa, Dîyala, Selahedîn û Bexdayê bi lîsta hevpişik pişikdarîyê di wê helbijartinê de bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin