Aldar Xelîl: PYNK amade ye desthilatdariya xwe bi ENKSê re parve bike

Aldar Xelîl: PYNK amade ye desthilatdariya xwe bi ENKSê re parve bike

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl ragihand ku Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd(PYNK) amade ye heta hilbijartinan kursiyên xwe bi Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) re parve bike.

A+A-

 

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl di hevpeyvîneke ligel Ajansa Hawarê de behsa pêşhateyên vê dawiyê li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî Diyaloga Kurdî-Kurdî ya ji bo yekrêziya aliyên Kurdî kir.

Aldar Xelîl diyar kir  ku di navbera PYNK û ENKSê de civînên li ser bingeha lihevkirina siyasî çêbûn, di pêvajoya duyem de sê mijarên weke lêveger, rêveberî û parastinê hebûn û got: “Girêdayî lêvegerê em dikarin bêjin ku ev mijar temam bûye û ti astengiyên cidî tê de nemaye. Karê wê ew e ku bibe Lêvegera Bilind a Kurd û dê nûnertiya Kurdan bike. Her wiha dê nûnertiya raya Kurdan di rêveberiyê de bike bi taybet Kurdên li Rojava.

Xelîl dest nîşan kir ku wan xwest ku hemû alî cihê xwe di vê Lêvegerê de bigirin û li ser wî esasî li hev kirin û bi rêjeya ji sedî 40 ji endamên Lêvegerê ji PYNKê ne û bi rêjeya ji sedî 40 ji ENKSê ne û rêjeya mayî yanî ji sedî 20 dê nûnertiya partiyên derveyî PYNK û ENKSê bike û got: “Hejmara endamên Lêvegerê 40 kes dê bi vî awayî werin belavkirin: 16 kes ji PYNK û 16 ji ENKS û 8 kesên din, 4 kes PYNKê diyar dike û 4 din jî ENKSê diyar dike.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê amaje bi wê yekê kir ku ENKSê di dirêjahiya salên borî de li derveyî Rêveberiyê ma ye û li ser tevlîbûna wê ya rêveberiyê danûstandinan dikin û wiha pê de çû: “ENKS hewl dide beriya hilbijartinan tev li rêveberiyê bibe. Divê dema pêkanîna hilbijartinan bê diyarkirin. PYNKê diyar kir ku ew amade ye hejmarek ji cihên xwe yên diyar bidin ENKSê. Lê dîsa jî dibêjim tu lihevkirinek girêdayî vî warî heta niha tine ye. Nîqaş û civîn girêdayî vê mijarê hêj berdewam in. Eger ev gav bi ser bikeve, ji bo diyarkirina endamên wan di Meclisa Rêveber, Meclisa Edaletê û Meclisa Rêveberiyê de bi rêbazeke guncew li gorî qanûnan, dê rêyek ji bo tevlêkirina wan were nîqaşkirin.”

Aldar Xelîl pêvajoya sêyem a mijara danûstaninan ewlehî û leşkerî ye û got: “Ev mijar li ser nîqaş nehatiye kirin. Eger em bigihêjin vê pêvajoyê divê gelek mijar werin nîqaşkirin. Ne pêkan e ku du hêzên leşkerî li herêmê hebe ji bo ku kêmasî çênebin.

Derbarê serdana Nûnerê Amerîkayê Taybet Bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey bo Rojavayê Kurdistanê de jî Xelîl diyar kir ku Serdana Jeffrey sembolîk bû û wî di civînê de piştgiriya xwe ji bo diyalogên ku di navbera aliyan de pêk tên piştrast kir û wiha domand: “Lê derbarê gefên Tirkiyê yên li ser herêmê de bersivên dîplomatîk bûn. Wekî ku me got serdan sembolîk bû. Em dikarin bêjin ku serdana Jeffrey peyamek ji Rûsan, an Tirkan, an rejîmê re ye. An jî peyamek ji me re ye, an jî peyamên siyasî yên Wezareta Derve ya Amerîkayê ne. Careke din em piştrast dikin ku serdana Jeffrey ji bo piştgiriya diyalogên di navbera aliyên Kurdî de ye.”

Roja 17-05-2020 bi serpereştiya şandiyê Amerîka William Robak û amadebûna Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî herdu aliyan li ser nerîneke siyasî ya hevbeş ku ji 5 xalan pêk dihat lihev kiribû.

Niha danûstandin bi serpereştiya Nûnera Wezareta Derve ya Amerîka û bi amadebûna Fermandarê HSDê General Mezlûm Kobanî û piştgîriya Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berdewam in.

Piştî Lêvegera Bilind a Kurdî herdu alî dê pirsên rêveberî, leşkerî û aborî gotûbêj bikin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin