Albuma 'Min Bes Tu Divêy' ya Bilind Îbrahîm derket

Albuma 'Min Bes Tu Divêy' ya Bilind Îbrahîm derket

Hunermend Bilind Îbrahîm, bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, albumeke nû ya bi navnîşana ''Min Bes Tu Divêy'' belav kir.

A+A-

Hunermend Bilind Îbrahîm, bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, albumeke nû ya bi navnîşana ''Min Bes Tu Divêy'' belav kir.

 

Albuma nû ya Bilind Îbrahîm ji 13 trakan pêkhatiye û çend jenyarên navdar ên Kurd têde bi wî hunermendî re kar kirine.

 

Bilind Îbrahîm di daxuyaniyeke li gel Rûdaêw de tekezî li ser wê yekê kir, ku bi planekî baş û bi hûrgiliyeke zêde, têkst û melodiyên stranên vê albumê hatine hilbijartin, daku resenbûna Kurdî di berhemên wî yên nû de baştir bê parastin.

 

Hunermend Bilind Îbrahîm herwiha got: “Min hewl daye weke hunermendên berê, dused sal beriya niha hunermend û folklore Kurdî bi çi awayî bûne, ez bi heman şêweyî dubare stranan bibêjim, daku resenbûna xwe ji dest nedin.”

 

Bilind Îbrahîm da xuyakirin jî ku albuma nû dê bi awayê CD ji bo Rojavayê Kurdistanê bê şandin.

 

a686cdf6-673f-4774-af0d-8808128fa713-w1080-h608.jpg

Herwiha bi boneya cejna Qurbanê, Bilind Îbrahîm li Rojavayê Kurdistanê çend konsêrtan lidar dixe.

 

Piştî 5 salan, hunermedê navdarê Kurd, Bilind Îbrahîm albuma xwe ya nû belav dike.

 

Bilind Îbrahîm xelkê navçeya Şingalê ya Başûrê Kurdistanê ye û bi albuma xwe ya Were Perî ya sala 2006ê gelek navdar bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin