Akshay Kumar dibêje; "Ji bo tendiristiyê (sexlemiyê) herroj mîza çêlan vedixwim."

Akshay Kumar dibêje; "Ji bo tendiristiyê (sexlemiyê) herroj mîza çêlan vedixwim."

Kumar, yek ji navdartirîn stêrên Bollywoodê ye.

A+A-

 

Kumar ji aliyê siyasî ve piştevanê Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi ye. Hikimeta Modi, ji bo bikaranîna paşmayiyên çêlekan her sal milyon dolaran pare xerc dike.
Her wiha lLi gor xelkê Hindistanê çêl pîroz in. 

Hindistanî dibêjin, "Pûrt û bermahiyên çêlan ji bo nexweşiyên şekir û penceşêrê (qensêr) gelek baş in." 

Lêbelê heta niha çi lêkolînên zanistî ev gotin piştrast nekirine.

Kumar 53 salî ye. Berî çend rojan, li ser Sosyal Medyayê de bernameyek pêşkêş kir. Di bernameyê de 2 kesan çayeke kesk vedixwarin. Bi eslê xwe ew çay ji mîza fîlan hatibû çêkirin.

Kûmar dibêje, "Bêyî dudilî mîza çêlan vedixwim. Ev ji bo tendiristî û dilxweşiya min gelek baş e."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin