AKPê xwestiye Davutoglu ji partiyê were ixrackirin

AKPê xwestiye Davutoglu ji partiyê were ixrackirin

Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya AKPyê daxwaz kiriye ku Ahmet Davutoglu, Abdullah Başçi, Ayhan Sefer Üstün û Selçûk Ozdag ji partiyê werin ixrackirin.

A+A-

Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya AKPyê daxwaz kiriye ku Ahmet Davutoglu, Abdullah Başçi, Ayhan Sefer Üstün û Selçûk Ozdag ji partiyê werin ixrackirin.

Civîna Lijneya Rêvebiriyê ya Navendî ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) duh di bin serokatiya Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê, Recep Tayyîp Erdoganî de pêk hatiye.

Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hatiye weşandin ku hatiye gotin, biryara ixrackirina Serokwezîrê Kevin Ahmet Davutoglu, Parlamenterê berê yê AKPyê yê Sakaryayê Ayhan Sefer Ustun, Parlamenterê berê yê AKPyê yê Manisayê Selçûk Ozdag û parlamenterê berê yê AKPyê yê Stenbolê Abdullah Başçi hatiye standin.

Hatiye diyarkirin ku birar bi yekdengî hatiye standin û ji bi bicîkirinê şandine Lijneya Disiplînê ya Navendî.

Di van demên dawiyê de tê gotin ku Ahmet Davutoglu, Serokwezîrê kevin wê partiyeke nû ava bike. Davutogluyî di bernameyeke televizyonê de gotibû “Di demeke ne zêde dirêj de em ê xetên sereke yên rêyeke nû bi gelê xwe re par ve bikin. Gelo rêya nû wê berê xwe bide partiyeke nû, erê wê berê xwe bidê.”

Ozdag, Ustun û Başçi jî weke kesên nêzîkî Davutoglu tên nirxandin û tê gotin ku wê di nava partiya nû de cih bigirin.

Erdoganî li Konyayê behsa partiya nû kiribû

Erdoganî du roj berê li Konyayê di dema civîna rêxistina partiya xwe ya Konyayê de axivî bû û wiha gotibû:

“Hin kes derketin ku di vê rêyê de dema cihê xwe winda kirin bi nefsa xwe nikarîbun. Em bi wê baweriyê meşa di rêya xwe de berdewam dikin ku tekane xwediyê serkeftin û qederê Xweda ye. Divê em fikareya neqandina wî tiştî nekin ku li ser kaxizê weke endamên me xwuya dikin lê dilê xwe û rêya xwe ji me veqetandine.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin