Akar: Operasyonên li Iraq û li bakurê Sûriyê ranawestin

Akar: Operasyonên li Iraq û li bakurê Sûriyê ranawestin

.

A+A-

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar gefa berdewamkirina operasyonên artêşa wî welatî li hemberî Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê xwar û got: “Ne li Irqê û ne li Sûriyê operasyon dê neyên rawestandin.” Heta terorîstê dawî maye ev têkoşîn dê berdewam bike."

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li bajarê beşdarî bernameya di çarçoveya "Festîvala Ciwanan" a li Qeyseriyê hat lidarxistinde  bû û gotarek pêşkeş kir.

Hulusî Akar tekez kir ku operasyonên artêşa welatî wî, dê li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê berdewam bin û amaje bi wê yekê kir ku heta gerîlayek PKK ma be dê li ser êriş û operasyonên xwe berdewam bin.

Akar bal kişand ser gera duyemîn a hilbijartina serokomariyê ya ku dê roja Yekşemê were kirin û tekezî li ser girîngiya ku her kes biçin ser sindoqan kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin