Akademîsyenê Kurd Hîfzullah Kûtûm Li Amedê Seredana PAKê Kir

Akademîsyenê Kurd Hîfzullah Kûtûm Li Amedê Seredana PAKê Kir

.

A+A-

Akademîsyenê Kurd Hîfzullah Kûtûm roja 30.11.2021ê li Amedê seredana PAKê kir.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Tîmûr û Vahît Aba, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran û beşek ji endamên Meclîsa PAKê û rêvebirên Teşkîlata Amedê ya PAKê pêşewazîya akademîsyênê Kurd Hîfzullah Kûtûm kirin.

Hîfzullah Kûtûm di seredana xwe de ji ber piştgirîya PAKê spasîya xwe ji hemû PAKîyan re kir û got ‘’Çi dema ku ez ji wazîfeya xwe ya di unîwersîteyê hatim bidûrxistin û çi di dema ku ez hatibûm desteser kirin û hatibûm girtin PAKê bi awayekî germ piştgirîya min kir. Ez spasîya hemû rêvebir û endamên PAKê dikim. Ez bi vê piştgirîya netewperweran bihêztir û serfiraztir im.Em bi hev re xurt in, em bi hev re dikarin biserkevin’’.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Tîmûr jî ji ber vê seredanê spasîya Hifzullah Kûtûm kir û li ser navê hemû PAKîyan careke din Hîfzullah Kûtûm pîroz kir û got ‘’Em ji bo vê helwesta cenabê ya bi bîr û bawerî û hestên neteweyî, niştimanî hûnandî ve we pîroz dikin, spasîya we dikin û em bi we serbilind in. Ji îro pêve jî emê bi her awayî li gel cenabê we bin’’.

Hevdîtina heyeta PAKê û akademîsyênê Kurd Hîfzullah Kûtûm di atmosfereke germ, dostane û berhemdar de derbas bû. Herdu alîyan jî daxwazîya berdawîya peywendîyên dostane kirin.

Akademîsyênê Kurd Hîfzullah Kûtûm roja 25.11.2021ê seredana Teşkîlata Êlihê(Batmanê) ya PAKê jî kiribû û spasîya xwe pêşk3şî rêvebir û endamên PAKê yên Batmanê kiribû.

Akademîsyenê Unîwersîteya Firatê ya Elezîzê Hîfzullah Kûtûm bi minasebeta 60emîn salvegera Şoreşa Îlonê ya di sala 1961ê li Başûrê Kurdistanê destpê kiribû, di hesabê xwe yê Twîtterê de peyamek belav kiribû û gotibû “Şoreşa Îlonê hemû Kurdan pîroz be, Bijî Kurdistan”. Ji ber vê peyamê Hifzullah Kûtûm ji wazîfeya xwe ya unîwersîteyê hatibû bidûrxistin û paşê jî hatibû girtin.Lê li ser îtiraza parêzerên wî, Hîfzullah Kûtûm hatibû berdan. Nuha bi îdîaya ku wî ‘’ propagandaya rêxistina terorê kirîye’’ dozek di heqê Hîfzullah Kûtûm de hatîye vekirin.

30.11.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Bixwîne: Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Em bi serbest berdana birêz Hifzullah Kutum kêfxweş in

1-183.jpg2-194.jpg3-185.jpg4-151.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin