Ajgeyî: ji sala bihê ve NATO dê rahênanê bi Hêzên Pêşmerge bike

Ajgeyî: ji sala bihê ve NATO dê rahênanê bi Hêzên Pêşmerge bike

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtîya Ewropayê dibêje, ji sala bihê ve NATO dê rahênanê bi Hêzên Pêşmerge bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di daxuyanîyekê de bo Rûdawê, Nûnerê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtîya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ragihand, ew li gel Cîgira Rêveberê Giştî yê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û Berpirsa Dêska Iraqê li Wezareta Derve ya Holendayê, Anne Luwema civîyaye.

Dilawer Ajgeyî dibêje, ku wê berpirsa Holendayê soz daye ku welatê wê alîakrîya qurbanîyên êrîşên DAIŞê yên li Herêma Kurdistanê bike.

Ajgeyî di daxuyanîyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku “ji sala bê ve di çaroveya bernameyên NATOyê de, dê rahênan bi Hêzên Pêşmerge bê kirin.”

Nûnerê Herêma Kurdistanê li YEyê got: “Anne Luwema dîyar kir ku pêwendîyên navbera Holenda û Herêma Kurdistanê di qonaxeke baş re derbas bûne û amadebûna welatê xwe jî ji bo alîkarî û piştgirîya Kurdistanê bo pêşxistina çandinîyê û rahênan û perwerdeya Hêzên Pêşmerge di çarçoveya programên NATOyê de nîşan da, ku sala bihê dest pê dikin.”

Dilawer Ajgeyî amaje bi wê yekê jî da, ku “piştî pêlên li peyv hev ên hatina koçberan bo Herêma Kurdistanê, min li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza alîkarîyan ji Holendayê kir û Holendayê jî biryar daye, ku alîkarîyan ji qurbanîyên destê DAIŞê yên li Herêma Kurdistanê re bişîne.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin