Abdullah Kiran: Fersendeke dîrokî hatiye pêş Kurdan

Abdullah Kiran: Fersendeke dîrokî hatiye pêş Kurdan

.

A+A-

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Abdullah Kiran li ser serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê û hevdîtina wî ya bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re diyar kir, ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê di qada navnetewî de krîzek li ser enerjiyê heye û ji bo ku Herêma Kurdistanê bikare petrola xwe bifiroşe, divê têkiliyên wê bi Tirkiyê re hebin.

Abdullah Kiran beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û li ser girîngiya civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a li Stenbolê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Kiran diyar kir: “Ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê di qada navnetewî de krîzek heye li seranserê dinyayê di warê enerjiyê de, bi awayekî dest pê kir û berdewam e, piştî ku şer di navbera Rûsya û Ukraynayê de çêbû, ji wê rojê ve em dibînin ku li piyasayên navnetewî, bi taybetî buhayên gaza sirûştî û petrolê zêde dibe.”

Abdullah Kiran destnîşan kir: “Tirkiye yek ji wan welatan e ku nêzîkî çavkaniyên gaza sirûştî û petrolê ye, her çiqas ji sala 2013an ve di navbera Tirkiye û desthilata Kurdistanê de hin peyman çêbûn, hin gav hatin avêtin jî, mixabin ji ber rewşa Iraqê ya bê îstiqrar, ji ber gefên hikûmeta navendî, di vî warî de pir pêşveçûnek çênebû.”

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî bal kişand ser wê yekê ku piştî şerê Ukraynayê germiyek di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de çêdibe û got: “Em hêvî dikin ku têkiliyên herdu aliyan li ser bingeheke dostanî pêşvetir biçe.”

Abdullah Kiran destnîşan kir: “Tirkiye çawa di navbera Ewropa û Rojhilata Navîn de weke pirekê ye û roleke wê ya stratejîk heye, Kurdistan jî bi vî awayî ye, yanî Herêma Kurdistanê jî yek ji wan cihan e ku em dizanin li ser deryayeke petrolê ye, îro dinya piştî şerê Rûsyayê, me dît ku Ewropayî jî êdî têkiliyên xwe yên enerjiyê ji çavan derbas dikin, em dizanin ku Almanya û dewletên Ewropayê ji sedî 50 û 55ê gaza sirûştî û petrola xwe ji Rûsyayê dikirîn, ”

Herwiha diyar kir: “Piştî şerê Ukraynayê dewletên Ewropayê dixwazin vê hevsengiyê bi awayekî biguhêrin, gava vê yekê biguhêrin jî em dinêrin ku yek ji herêmên ku ewê bikaribe di guhertina vê siyaseta wan de alîkariyekê bide wan, ew jî Herêma Kurdistanê ye. Serok Mesrûr Barzanî jî çendek berê di civîneke navnetewî de eşkere kir ku Herêma Kurdistanê dikare beşek ji hewcedariya Ewropayê ya ji gaza sirûştî û petrolê pêk bîne.”

Kiran dibêje: “Di vir de derî Tirkiye ye, ji bo ku Herêma Kurdistanê bikare petrola xwe bifiroşe, divê têkiliyên wê bi Tirkiyê re hebin, herwiha Herêma Kurdistanê û Tirkiye li pêşberî her kesî li hev bikin ku tiştek wiha pêk were. Eger na, çiqas gaza sirûştî û petrol li Kurdistanê jî hebe, îro deriyek jê re lazim e ku bigihîje bazarên navnetewî, ew jî Tirkiye ye.”

Abdullah Kiran li ser girîngiya nêzîkbûna Enqere û Helwêrê diyar dike ku ev fersendeke dîrokî ye û dibêje: “Ji bo hevkariyeke di vî cûreyî de, îro em dinêrin him Amerîka û him dewletên Ewropayê piştgiriyê didin vê yekê, ew jî dixwazin Tirkiye û Herêma Kurdistanê bi awayekî li hev bikin û herwiha ji vê krîza dinyayê re ew jî dest biavêjin û hinek bibin alîkar. Eger Kurd yekîtiyeke wan a navxweyî hebe, îro li hevdu bikin, dijberiyên xwe yên navxweyî deynin aliyekî, bi siyaseteke dewletane tevbigerin, bi rastî fersendeke dîrokî hatiye pêş Kurdan.”

Çavkanî / Kurdistan 24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin