9 partiyan avakirina Platforma Zimanê Kurdî ragihand

9 partiyan avakirina Platforma Zimanê Kurdî ragihand

9 partî û tevgeran ên AZADÎ, DBP, HDP, ÖSP, PAK, PDK, PDK-T, PÎA, PSK; bi durişma 'Ji bona zimanê xwe, em bi hev re ne' komxebatek çekir û avakirina Platforma Zimanê Kurdî ragihand.

A+A-

Îro, li Komeleya Rojnamevana a Amedê, 9 partî û herekêtan ku AZADÎ, DBP, HDP, ÖSP, PAK, PDK, PDK-T, PÎA, PSK tê de bûn, Komxebatek li ser zimanê kurdî kir û Platforma Zimanê Kurdî ava kir.

komxebat2.jpg

Aramanca vê Platformê wisa hate diyarkirin:

"Zimanê Kurdî ne qedexe ye. Lêbelê ne zimanê perwerdehiyê ye li dibistanên Tirkiye yê. Zimanê Kurdî ne zimanê fermî yê duyemin e li Bakurê Kurdistanê. Bi vî awayî li duwarojê gefekî mezin li ser wendabûna/tunebûna zimanê me heye. 
Em komxebatê de di rewşa zimanê Kurdî de li ser sê mijaran disekinin;
1  - Helwest û kiryarên dewleta Tirkiyeyê û destxistin û daxwazên me ji dewleta Tirkiyeyê.
2  - Daxwaz û hêviyên me ji sazî û rêxistinên Navdewletî li gor peymanên navneteweyî.
3 - Çawayî ya belavkirin û xwedîlêderketina zimanê Kurdî, nexşerêya xebat û çalakiyên di nava gel de. "

komxebat3.jpg

Di encama komxebatê de wisa hate gotin:

Ji Bona Zimanê Xwe Em Bi Hevre Ne

1) Em neh rêxistin û partiyên ku navê wan li jêr hatiye nivisandin, ji bona zimanê dayikê xwe ya ku hevbeş û berfireh e, li dijî asmilasyona ku bûye weke penceşêreke civakî, ji bona ku em bi hevre deng derxînin û dengê ku ji gelê me jî derkeve hîna bilindtir bikin, hatine cem hev.
Em “Îro zimanê me, siberoj jî netewa me wê têk biçe”, li miqabilî vê rastiya hanê rûberû bûneke kûr ku xwîn jê diniqûte, ji bona ku em birînên xwe bikewînin, birînan bipêçin û bi hevdu re bersiveke bibînin, hatine cem hev. Bi saziyên siyasî û sivîl, bi rewşenbir û hunermandan re, bi mellan re, li dijberî asimilasyona zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) çareseriyên rojane û dêmdirej bibînin, hatine cem hevdu.

2) Em bi hişmendiya ku her gel bi ziman û kultura xwe heye tevdigerin. Em dixwazin ku miletê me li malan û kolanan, li dolmîş û otobusan, li nexweşxanan bi Kurdî (Kurmancî-Zazakî) biaxivin. Bi vê mebestê em dixwazin bangî gelê xwe bikin ku li zimanê xwe xwedî derkevin.

3) Em, ji bona ku siyaseta dewleta Tirk ku zimanê me xistiyê ber sikratê teşhîr bikin, ji bona ku li dijî siyaseta yek tîp kirinê, red û înkara li dijî kurdan eşkere bikin, li ser sê beşên bingehîn em xebatê bikin, hatinê cem hevdû; 
Yek, Ji zimanê me yê ku dewlet dixwaze tune bike, bi saziyên pispor re, bi kesayetiyên Kurdan re, bi dînamîkên sivîl û siyasî re û bi gelê xwe re em dikarin çi bikin? Ji bona bersiva van pirsan em hatine cem hev.
Dido, Ji Dewleta Tirkiyê ji bona ku astengên li hemberî zimanê Kurdî ji holê rabin û ji dibistanê seretayî heta zanîngehan zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li gel zimanê Tirkî di dora didûyan de bibe zimanê fermî û pejirandî, me biryara têkoşineke hevbeş daye.
Sisê, em li hemberî asîmîlasyona ku bûye weke penceşêreke civakî, dixwazin qêrîna gelê xwe bigîhînin raya gişti ya dinyayê û mirovên xwedî vijdan li Tirkiyê, dengê xwe bigihînin saziyên navdewletî weke Yekitiya Neteweyan, UNESCO, Yekitiya Ewropa, Konseya Ewropa ûhw. Emê ji bona mafê zimanê xwe alikariyê ji wana bixwazin.

4) Em, bi hemû van pêngavan ku wê bêne avêtin ji kadroyên sivil û siyasî û ya herî girîng jî ji gelê xwe dixwazin ku alikariya bingeha kultura demokrasiyê û Tifaqa Neteweyî di nava Kurdan de bikin. Pengavên ku di vê mijarê de bêne avêtin ne pêngavên dawiyê ne lê em dixwazin û hewl didin ku ev bibin pêngavên destpêkeke nû.

komxebat4.jpgkomxebat5.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin