61 kesên polîsan ew li Kadikoyê desteser kiribûn, birine edliyeyê

61 kesên polîsan ew li Kadikoyê desteser kiribûn, birine edliyeyê

.

A+A-

61 kesên ku li Kadikoyê him ji bo piştgiriyê bidin xwenîşandanên Bogaziçiyê û him jî ji bo avakirina Hêzên Têkoşîna Yekgirtî ragihînin hatibûn ba hev û polîsan ew desteser kiribûn, vê sibê birine edliyeyê.

61 kesên ku li Kadikoyê him ji bo piştgiriyê bidin xwenîşandanên Bogaziçiyê û him jî ji bo avakirina Hêzên Têkoşîna Yekgirtî ragihînin hatibûn ba hev û polîsan ew desteser kiribûn, vê sibê birine edliyeyê.

Kesên desteserkirî piştî li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê jêpirsînên wan bidawî bûne polîsan ew bi otobisan birine Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê û ya Dewletê ya Eyupsultanê. Li vir doktoran ew kontrol kirine.

Piştî vî karî, 61 kes birine Edliyeya Anadolûyê ya li Kartalê.

Şahin Tumuklu, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Elîf Torûn Oneren, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgeran, Elîf Bûlût, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, rêveber, nûner û endamên Alinteri, Platforma Yekgirtî ya Têkoşînê, Federasyona Meclîsên Sosyalîstan, Partizan, Partiya Herêmên Demokratîk, Meclîsên Ciwanan ên Yekgirtî di nav kesên desteserkirî de ne.

Endamên Hêzên Têkoşîna Yekgirtî ji bo avakirina platforma xwe ragihînin di 4ê Sibatê de li bêndera Kadikoyê xwestibûn bicivin. Lê polîsan midaxele li wan kiribû û 65 kes bi derban desteser kiribûn.  

Bi sedan polîsan hemû rêyên ber bi bênderê ve diçin girtibûn û bi bariyeran derdor dorpêç kiribûn. Polîsan parlamenterên HDPyê jî asteng kiribûn û derb li wan dabûn. 

4 kesên desteserkirî ji ber ku temenê wan li jêr 18yan bû, serbest bûbûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin