60 saliya pêşmergetiya Serok Barzanî hat pîrozkirin

60 saliya pêşmergetiya Serok Barzanî hat pîrozkirin

.

A+A-

Di 20ê Gulana 1962an de cara yekem Serok Barzanî wek Pêşmerge çek hilgirt. 60 sal bi ser pêşmergetiya Serok Barzanî re derbas bûn. Roja Înê li Hewlêrê pîrozbahiyek ji bo rêzgirtina têkoşîna wî hat lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Di destpêka pîrozbahiyê de bi navê “Ew roja ku Serok bû Pêşmerge” belgefîlmek hat nîşandan. Pişt re çend helbest xwendin û ji aliyê Tîpa Milî û Neteweyî ya Hewlêrê ve folklora pêkvejiyanê hate pêşkêşkirin. Hunermendê mezin ê Kurd Şivan Perwer jî beşdarî pîrozbahiyê bû û çend stran xwendin.

Rêkxerê pîrozbahiyê Semîr Nizarî ji Rûdawê re axivî û got, “Hejmarek kesayetiyên biyanî û nûnerên hemû ol û pêkhateyên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûne.”

Semîr Nizarî diyar kir ku çima lidarxistina pîrozbahiya 60 saliya pêşmergetiya Serok Barzanî ji bo wan girîng bû û anî ziman, “Girîng e ku em bi dîroka têkoşîna Serok Barzanî, pêşmerge û gelê Kurd bi ciwanên Kurd bidin nasîn, ji bo ku ew bizanibin ev desteftiyên îro çawa hatine bidestxistin.”

Baregeha Barzanî roja Înê 20ê Gulana 2022an ragihand, “60 sal berê di 20ê Gulana 1962an de, Serok Mesûd Barzanî çeka şerefê ya pêşmergeyetiyê hilda. Xebata 60 salî ya xebata pêşmergetiya Serok, ji bo me hemûyan çiraya têkoşîn û berxwedanê ye. 60 saliya pêşmergetiya te pîroz be, Serok. Te bi têkoşîna xwe ya bê westan em fêr kirin ku bêjin: Na ji bindestiyê re.”

Li aliyê din Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsîbû, “Ez çavên hemû Pêşmergeyan maç dikim, silav li giyanê pakê şehîdan.”

Serok Barzanî di 16ê Tebaxa 1946an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û di serkeftina têkoşîna gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê de ku heta îro berdewam dike û di çarçoveya destûra bingehîn a Herêma Kurdistanê de pêk hat, xwedî roleke çalak bû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin