6 roj in daristanên Rojhilatê Kurdistanê dişewitin

6 roj in daristanên Rojhilatê Kurdistanê dişewitin

Xelkê navçeyê dibêjin, ligel mirina 3 çalakvanên jîngehparêz, lê hikûmeta Îranê hewleke cidî bo vemirandina agir nedaye.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Ev ne yekem car e ku îsal daristanên Rojhilata Kurdistanê dişewite, lê agirê vê carê li navçeyên Bozîn û Merxêlê yên bajarê Pawe zîyana wê gelekî zêde ye û heta niha hikûmeta Îranê bi ti erkî ranebûye û tenê xelkê xwebexş hewla vemirinadina agir didin.

Di dema vemirandina agir de, 3 endamên Rêxistina Jîngehparêzîyê ya Pawe Yasîn Kerîmî, Bîlal Emînî û Muxtar Xendanî canê xwe jidest dabûn, hin bîner dibêjin ku mîn bi wan de teqîya, lê berpirsên xwecihî jî dibêjin, ew di nava dûmana agir de xeniqîn.

Serokê Navenda Jîngehparêzîyê ya Parêzgeha Kirmanşanê Ferîdûn Yawerî dibêje, navçeya agir pêketîye çîyayî ye û destê wan nagihîne ku vemirînin. Herwiha dibêje jî, ew helîkopterên taybet bi vemirandina agir bikar neanîne, ji ber ku ditirsin bayê helîkopteran agir zêdetir gur bike.

Di wê çarçovê de, Nûnerê xelkê Pawe û Hewreman di Parlemana Îranê de Areş Lehonî dibêje, li wê navçeyê binkeyeke agirkuj jî tune ye, ku ew dibe sedema sereke ya gurbûna agir. Herwiha dibêje, alîyên hikûmî ji bo kontrolkirina agir bêxem in û ewê niha hewla vemirandina agir didin, tenê çalakvan û xwebexşên navçeyê ne.

Agirê navçeyên Bozîn û Merxêl ji bilî ku metirsî heye bigihe bajarê Pawe, ji bajarê Ciwanro jî nêzîk dibe, çalakvan di wê derbarê de hişyarîyê didin û dibêjin, heger agir neye kontrolkirin, karesateke jîngehî dê rû bide.   

K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin