5emîn salvegera karesata Şingalê tê bibîranîn!

5emîn salvegera karesata Şingalê tê bibîranîn!

Berpirsê ragehandinê ya karûbarên mirovî li parêzgeha Duhokê diyar kir, îro 03.08.2019ê li 17 kampên koçberan ên li sînorê parêzgeha Duhokê bi çalakiyên hemû cureyan salvegera jenosoida Şingalê dê bê birêvebirin.

A+A-

Berpirsê ragehandinê li Duhokê yê karûbarên mirovî li parêzgeha Duhokê Salim Seîd got: ‘’Bi rêya çalakiyên hemû cureyan ve nav hemû kampên koçberan dê bîreveriya 5emîn salvegera jenosoida Şingalê dê bê bibîranîn û di wan çalakiyan de koçber dê daxwaza rizgar kirina revandiyan bikin û bêhtir alîkariya koçberên Şingalê bê kirin, ji ber 5 sale xelkê me bin kon û çadiran de jiyana dikin, pêwîstî bi hemû cure alîkariyê jî heye. Dive roja nexweş de em jî dengê xwe dê li gel koçberan bilind bikin bo bicîh anîn daxwaziyên wan ên di warê mirovî de.’’

Herwaha got: ‘’Her ji roja jenosoida Şingalê pêkhat, heta naha parêzgeha Duhokê bi hemû saziyên xwe ve li gel hikûmeta herêma Kurdistanê piştevanî û alîkariya koçberan em dikin û hemû hewldana dikin bo başkirina jiyana xelkê bin kon û çadiran de ne.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin