50 sal in li Bakurê Kurdistanê berfeke wekî ya îsal nebariyaye

50 sal in li Bakurê Kurdistanê berfeke wekî ya îsal nebariyaye

.

A+A-

Li gorî saziya keş û hewayê di 50 salên borî de berfeke wekî ya îsal zêde nebariyaye.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê berf bênavaber dibare. Riyên sereke hatine girtin. Bi sedan welatiyên asê mayîn bi xebatên demdirêj tên xilaskirin. Bi hezaran barhilgir li ser riyan hatine rawestandin û ji ber berf û bagerê rê nayê dayîn derbasî bajarên din bibin. Ajokarên ku bi rojane di riyan de asê mane gilî û gazindan dikin û li hêviya vekirina riyan û alîkariyê ne.

Riya di navbera Diyarbekirê û navçeya Siwêreg a Rihayê, ji 23ê Çile roja Yekşemê ve girtî ye. Bi hezaran barhilgir di rê de asê mane. Tîmên hatûçûnê û ewlehiyê rê nadin wesayît ji xalên diyarkirî derbas bibin. 44 welatiyên li ser riya Siwêreg û Diyarbekirê asê mayîn bi xebateke 12 demjimêrî hatin xilaskirin. Ajokarên ku pez û dewaran ji herêma Serhedê neqlî bajarên Riha û Dîlokê dikin di rê de asê mane û dibêjin; hin berxik ji serma mirar bûne bûne û ew ditirsin ku pezê wan ji serma û birsa mirar bibin.

Ajokar Erol Ateş ji K24ê re diyar kir: “Barê me pez e, em ji Wanê bi rê ketine ber bi Rihayê ve diçin.  Ev 24 demjimêr in pezê me li ser pişta barhilgirê ye. Em perîşan bûne. Rê girtine. Pezê me mirar dibe.  Rewşa me xirab e.  Em dixwazin rê bên vekirin û em derbasî Rihayê bibin.” 

Ajokar Înan Gulçek jî destnîşan dike: “Ev 7-8 sal in ku em ajokariyê dikin. Ev yekem car e ku em berfeke wiha zêde li ê herêmê dibînin.  Rê hatine girtin, em dixwazin xebat bên kirin û rê werin vekirin.  Robestoyên me kar nakin, sar e em dicemidin. Me heywan bar kiriye, heywan dicemidin.”

Li gorî saziya keş û hewayê di 50 salên borî de berfeke wekî ya îsal zêde nebarî ye. Riyên di navbera Diyarbekir û Riha, Bîngol, Xarpêt û Semsûrê de hatine girtin. Hinek xalên riya ji Silopiya destpê dike û heta Edeneyê diçe jî ji berfê hatine girtin. Bi şev rê nayê dayîn ku barhilgir derbas bibin lê ew bi roj bi awayeke kontrolî derbas dibin. Ajokar gilî û gazindan dikin û dibêjin; divê xebatên vekirina riyan bileztir bên kirin.

Ajokar Sezer Meydan jî eşkere dike: “Ev tam 24 demjimêr in em di rê de ne. Li vê derê xebatên vekirina rê baş nayên kirin. Tîmên ku rê paqij dikin nizanin baş paqij nakin. Em mexdûr in. Em diçin îstasyonan rê nadin me. Teqoqrafên me tejî bûne, xirab dibin.”

Mihemed Şîrîn jî diyar dike: “Ez ji Wanê têm, ez ê biçin bajarê Kutahya. Me heywan barkirine. Ev 24 demjimêr e em li vêderê perîşan bûne. Ne arîkariyeke ne rê tên vekirin.”

Ji aliyekî ve xebatên vekirina riyan berdewam dikin ji aliyekî ve jî tîmên hawarçûnê xwarin û vexwarinê ji bo ajokar û rêwiyên asê mayîn dibin.  Li gorî agahiyên saziya keşûhewayê ya Tirkiyeyê dê li Bakur 25, 26 û 27ê mehê jî berdewam berf bibare û pileya germahiya hewayê dê di navbera jêr sifrê 11 û jor 4 de be. Rayedar welatî û ajokaran hişyar dikin ku heta ku ne bikaribin bila dernekevin derveyê bajêr.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin