3mîn Sempozyûma Bedlîsê ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin

3mîn Sempozyûma Bedlîsê ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin

Di 15ê Tebaxa 2016a de Walîtiya Bedlîsê bi biryareke nû lidarxistina sempozyûmê qedexe kiriye

A+A-

Koma Bedlîsê ya Xebatên Akademîk û Ramanî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 3mîn Sempozyûma Bedlîsê ya Navneteweyî ya ku wê di 26, 27 û 28ê Tebaxê de bihata lidarxistin, ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve di çarçaoveya qanûna Rewşa Awarte de hatiye qedexe kirin.

Komê di daxuyaniya xwe de dest nîşan kir ku wan berê destûra sempozyûmê girtibû lê di 15ê Tebaxa 2016a de Walîtiya Bedlîsê bi biryareke nû lidarxistina sempozyûmê qedexe kiriye û hat diyar kirin ku ev biryara qedexeyê di çarçoveya qanûn a Rewşa Awarteyê de hatiye dayîn. Komê da zanîn ku gava pêvajoya qedexeyê biqede wê ji bo sempozyûmê dîrokeke nû ragihînin û wê sempozyûmê lidar bixin.

Hêjayê gotinê ye ku Koma Bedlîsê ya Xebatên Akademîk û Ramanî di derbarê Kurdan de xebat û sempozyûmên zanistî amade dikin û di vê sempoyûma xwe ya 3yemîn de jî dê bi gelek beşdaran li ser mijara "ziman, perwerdehî û zanîngeh li bajarên Kurdan' rawestiyane.

sputniknews.com

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin