33 partiyên Rojavayê Kurdistanê daxwaza rawestandina êrişên Tirkiyê dikin

33 partiyên Rojavayê Kurdistanê daxwaza rawestandina êrişên Tirkiyê dikin

.

A+A-

 Bi mebesta rêgirîkirinê li ber êrîşên esmanî yên Tirkiyê, ku li dijî navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne encamdan, 33 partî û hêzên siyasî yên wan navçeyan daxuyaniyeke hevbeş ragihand.

Di daxuyaniyê de nîşan bi binpêkariyên dewleta Tirkiyê hatiye dayîn û wan partî û hêzên siyasî daxwaz ji dewletên endamên Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê û Rûsyayê kiriye ku rêkarên tund di derheqê Tirkiyê de bidin ber xwe.

Partî û hêzan di daxuyaniya xwe de, ji aliyên navdewletî xwestiye ku qedexeya firînê li wan wanvçeyan bisepînin, da ku êrîşeke din ji aliyê Tirkiyê ve neyê encamdan.

Emîndarê Partiya Komarî ya Kurdistanê Bekir Îsa dibêje “ Li Qamişloyê ji aliyê partiyên siyasî yên li Rojava daxuyaniyek hatiye dayîn. Ev daxuyanî ji bo ku ev êrişên Tirkiyê her carê tê ser Kurdan û tevahiya Kurdistanê ne. Li Rojava û Başûr roj bi roj êrişên Tirkiyê li ser Kurdan zêdetir dibin. Tevî ku 2019an gelek dewletên weke Rûsya û Amerîkayê jî weqih kirin û êdî êriş li ser vê herêmê çênebin. Lê Tirkiyê her carê êrişên xwe li ser Kurdan dimeşîne.”

Ev yek di demekê de ye ku, 41 rêxistinên mafên mirovan ên Sûrî û Kurdî jî, bîrnameyek arasteyî sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî kiriye, tê de daxwaz dikin ku rêgirî li ber gef û êrîşên Tirkiyê bê kirin û Tirkiye bi yasayên navdewletî pabend be.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dibêje ew ê di operasyonê de li Herêma Kurdistanê berdewam bin, nîşan bi operasiyonên nû Li Suriyê jî da.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan "Operasyonên me yên ku navçeyên me yên sînorî li gel Iraqê ji êrîşên teroristî rizgar dikin bi serkeftî berdewam in. Herwiha bi temamkirina tiştên ku ji navçeya ewle mane li ser sînorê Sûriyê, ku berî niha me destpê kiribû, emê dest bi operasyoneke nû bikin."

Di dema dawî de gef û êrîşên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne û tirs ji wê yekê jî heye ku Tirkiye êrîşeke leşkerî li dijî wan navçeyan encam bide.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin