30 film di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê de hevrikiyê dikin

30 film di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê de hevrikiyê dikin

.

A+A-

Di maweya du salan de cara duyemîne ku sînemya Karo-Otober ya li navenda Moskow mazûvaniya Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî dike. Festîval bi partneriya Rûdawê tê lidarxistin û ta 13 Temûzê bidome. Di festîvalê de ji 50 fîlman 30 fîlm ketin pêşbirkê.

Îsal cara pêşîne ku Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bi Jurî tê birêvebirin û di 5 beşan de xelat jî dê werin pêşkêşkirin.

Endamê Juriyê yêFestîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Nazîm Nadîrov got “Ez, endamê Jurî yê di kategoriya kurtefîlman de me. Hemû fîlm kartêkirineke pir xweş li ser min hîştine. Bo nimûne, fîlma `Heft Semfoniyên Zagrosê` ji hemû nêrîngehan fîlmeke nûwaze ye. Fîlmeke din “Balora” ji Rojhilatê beêdarî dike. Balora şêwazeke muzîka kurdî ye ku êdî ber windabûnê ye. Ji ber ku ez bi xwe têkildarê muzîkê me, min ew fîlm gelek nêzîkî xwe dît. Fîlma `13 hezar gav` ku ew jî Îranê beşdar e,  behsa kolberên kurd dike û di lûtkeyên çiyan de hatiye kişandin. Hemû fîlm newaze ne û asta wan a hunerî pir bilind e.”

Qerebalixeke mêvanên vexwendî yên hem Kurd, hem jî yên biyanî beşdarî rêûresma vekirina Festîvalê dikin.

Her weha cara pêşîne ku sînemagerên ji Rojhilata Kurdistanê; hem derhêner hem jî akter rasterast di Festîvalê de amade ne.

Derhênerê ji Rojhilata Kurdistanê Sebah Gwêvilî dibêje “Ev cara yeke e ku beşdarî Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê dibim. Bi şanazî dibêjim mehek berê bi fîlmê Nêçîr beşdarî festîvala Silêmaniyê bûm. Fîlmê Nêçîr yek ji roma beyta Kurdî ye ku li her gundek kesek bizewice divê şeva dawetê biçe nêçîrek bîne.”

Aktrîsa ji Rojhilata Kurdistanê Dîmen Zendî diyar kir “Weke aktirîstek  beşdarim di filmê Elî Mihemed Koner yê Zînê û Elî de. Nave ku ez destana çîroka filmê bibêjim, divê bê dîtin. Ev fîlmeke dirêj e û min beşdarî di kurtefîlman de jî kiriye, lê ez di vê festîvalê de beşdarî wê fîlmê dirêj bûm.”

Rêkxerên Festîvalê dilgiranin ku ji ber sînordariyên çûn ê hatinê sînemagerên ji Başûrê Kurdistanê tenê berhemên xwe şandine.

Rêvebera Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Gulîzer Gerdenzerî ragihand “Programa festîvala me ji 54 fîlman pêk tên, ji wan 30 film kete pêşbirkê. Ji wan 30 filman 5 film fiction, 5 belgefilm, 10 kurtefilm in. Mixabin mêvan û juriyên me nikaribûn ji Kurdistanê bihatana.”

Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan yê Başûrê Kurdistanê, ku sponsorê Festîvalê ye, peyama xwe bi riya video;  wekîlê nûnerê  Hikumeta Kurdistanê jî rasterast pîrozbahiya Hikumetê pêşkêşî li mêvan kirin.

Hunermend Kerem Gerdenzerî bi stranên xwe derket pêş mêvanan. Û pey axaftina Donat Koyş - prodserê fîlmê “Rê” ya Yilmaz Guney – bi pêşandana heman fîlmê Festîval bi  fermî hat vekirin.

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin