27 HDP’î hatin binçav kirin

27 HDP’î hatin binçav kirin

Polîsan li Mêrdîn, Şirnex û Îzmirê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP’ê de girtin. Di nav de endamên Meclisa HDP’ê jî heye herî kêm 27 kes binçav kirin. Polîsan li Nisêbînê gule berdan deriyekî û derî vekirin

A+A-

Polîsan li Mêrdîn, Şirnex û Îzmirê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP’ê de girtin. Di nav de endamên Meclisa HDP’ê jî heye herî kêm 27 kes binçav kirin. Polîsan li Nisêbînê gule berdan deriyekî û derî vekirin

Polîsan li navçeyên Nisêbîn, Qoser û Stewrê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Polîsên TEM’ê di serdegirtina malan de lêgerîn kirin û alavên malan tev li hev kirin. Polîsan li Stewrê endamê HDP’ê Hatip Oncu û bavê wî Ferhat Oncu û Endamê HDP’ê Hamza Agirman, Abdulkadir Tati û Faysal Taş jî binçav kirin.

Li navçeya Nisêbînê jî polîsan bi ser mala endama Meclisa Şaredariyê Zeynep Sevluş û endamê HDP’ê Erhan Mutlu de girtin û li malê binçav kirin. Polîsan dema bi ser mala Erhan Mutlu de girtin gule berdan derî û bi guleyê derî vekirin. Polîsên  gule berdan derî û derî vekirin piştî li malê lêgerîn kirin hemû alavên malê belav kirin. Kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a  Mêrdînê.

Li Şirnexê 6 kes binçav kirin

Polîsan li Şirnexê jî bi ser malan de girtin û 2 kesên navê wan nehat zanîn binçav kirin. Li navçeya Hezexê jî polîsan endamê Meclisa Şaredariyê Mehmet Eraslan û Vahap Ozel, Îdîl Yalçin û Hatice Kaya binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Şirnexê

Li Îzmîrê 13 kes binçav kirin

Polîsan li Îzmîrê jî bi ser gelek malan de girt. Polisan di serdegirtina malan de di navde Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Narlidere Mehmet Gul jî heye 13 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê ye” binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê. Kesên hatin binçavkirin navê hin ji wan wiha ne: “Hevserokê HDP’ê yê Narlidere Mehmet Gul, Denîz Yilmaz, Şevket Topkaya, Ozcan Ertan û Yasin Dalbudak”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin