2 kesên din ji dosya kuştina endamên malbata Kurd hatin girtin

2 kesên din ji dosya kuştina endamên malbata Kurd hatin girtin

.

A+A-

Ji dosya malbata Dedeogullari ya ku li Konyayê di êrişek nijadperest de 7 ferdên wan hatin kuêtin, du kesên din jî hatin girtin û hejmara girtiyan bû 13 kes.

Li navçeya Meramê ser bi parêzgeha Konya ya Tirkiyê, 30ê Tîrmehê 2021ê nijadperestên Tirk êrişî malbateke Kurd a ji Qersê kirin û di êrişê de Yaşar, Îpek, Serpîl, Serap, Sîbel, Metîn û Bariş Dedeogullari 7 kes ji endamên wê malbatê hatin kuştin.

Bikujê malbata Kurd Mehmet Altun ku piştî êrişê reviyabû, roja 4ê Tebaxa 2021ê di operasyoneke hevbeş a asayişa Konya û fermandariya cendermeyan de hatibû girtin.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê di daxuyaniyekê de ragihandibû 11 kes bi tawana “kuştina bi qest” hatine girtin.

Ji dosya malbata Dedeogullari  2 kesên din jî hatin girtin û bi vî awayî hejmaara girtiyên di dosyayê de bo  13 kesan zêde bû.

Bûyera bikom kuştina malbata Kurd

Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê malbatê.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.

Navên endamên wê malbata Kurd ku bikom hatin kuştin; Yaşar Dedeogullari, Bariş Dedeogulları, Serpîl Dedeogullari, Serap Dedeogullari, İpek Dedeogulları, Metin Dedeogullari û Sibel Dedeogullari.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, ji wan 14 kesên ku 30ê Tîrmehê piştî kuştina 7 endamên malbata Kurd hatibûn desteserkirin, 10 kes bi tawana “kuştina bi qest” hatine girtin.

Herwiha bikujê malbata Kurd Mehmet Altun ku piştî êrişê reviyabû, roja 4ê mehê hatibû girtin.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû, di çarçova lêpirsîn û lêkolînên wan de bikujê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve li Konyayê ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin