2 endamên berê yên îstîxbarata Sûriyê li Almanyayê hatin girtin

2 endamên berê yên îstîxbarata Sûriyê li Almanyayê hatin girtin

Li Almanyayê, du endamên berê yên îstîxbarata Sûriyê, bi tohmeta berê li welatê xwe îşkence li peyrewên opozîsyonê kirine, hatin girtin.

A+A-

Hat ragihandin ,ew herdu kes jî di sala 2012an de ji Sûriyê derketine û li Almanyayê serî li penaberiyê dane.

Herdu kesên bi navên 'Anwar R.' û 'Eyad A.', di girtîgeheke girêdayî Gerînendetiya Giştî ya Îstîxbarata Sûriyê xebitîne ku girîngtirîn navenda îstîxbarata sivîl a wî welatî ye.

Tawanbarê pêşî yê 56 salî, bi tohmeta 'tawankirina li dijî mirovahiyê' tê sucdarkirin.

Li gor daxuyaniya dozgeriyê, li wê girtîgehê, di navbera Nîsana 2011 û Îlona 2012an de, bi kêmanî li 2 hezar kesan îşkence hatiye kirin.

(CNN)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin