13 hezar serbazên Ukraynî hatine kuştin

13 hezar serbazên Ukraynî hatine kuştin

.

A+A-

Şêwirmendê Serokê Ukraynayê Mykhailo Podolyak ragihand, ji destpêka şer ve 13 hezar serbazên Ukraynayê hatine kuştin.

Şêwirmendê Serokê Ukraynayê Mykhailo Podolyak ragihand, ji destpêka şer ve 13 hezar serbazên Ukraynayê hatine kuştin.

Mykhailo Podolyak ku yek ji şêwirmendên Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky e, ji kanala 24 a Ukraynî re ragihandiye, li gor nirxandina fermî ya Desteya Giştî ya Artêşa Ukraynayê, ji 10 heta 13 hezar serbaz hatine kuştin.

Podolyak diyar kiriye, Volodimir Zelensky di dema pêwîst de dê amarên fermî yên kuştiyên artêş û sivîlan ragihîne.

Li hember wî, Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihandiye, ji destpêka şer heta meha Îlonê, 5 hezar û 937 serbazên Rûsî hatine kuştin.

Şerê Ukraynayê di 24ê Sibata 2022yan de dest pê kiriye û heta niha berdewam e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin