11 koçberên ku li beravên Tirkîyê xeniqîne Kurd in û xelkê Rojava ne

11 koçberên ku li beravên Tirkîyê xeniqîne Kurd in û xelkê Rojava ne

Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk ragihand, her 11 koçberên ku di bûyera pêr şev a binavbûna boteke koçberan de xeniqîbûn, Kurd in û xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk ragihand, her 11 koçberên ku di bûyera pêr şev a binavbûna boteke koçberan de xeniqîbûn, Kurd in û xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ne.

Li beravên navçeya Çeşme ya Îzmirê li Tirkîyê, pêr şev bota ku 19 kes ji koçberên neyasayê tê de bûn noqmî avê bûbû û hatibû ragihandin, ku 11 kes di encama bûyerê de xeniqîne ku 8 ji wan zarok bûn.

Herwiha ji heman botê, 8 kes jî hatibûne rizgarkirin.

Peyamnêrê Rûdawê, Rawîn Stêrk dibêje, derketîye holê ku her 11 koçberên ku di bûyera pêr şev a binavbûna boteke koçberan de xeniqîbûn, Kurd in û xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ne.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin