10 amîralên teqawitkirî ji ber danezana “Montroyê” hatine desteserkirin

10 amîralên teqawitkirî ji ber danezana “Montroyê” hatine desteserkirin

.

A+A-

Di lêpirsînê de ji 4 gumanbaran re teblîgat hatiye şandin ku divê di nav 3 rojan de ji bo îfadeyê biçin emnîyetê.

Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî“Danezana Montroyê” de 10 gumanbar hatine desteserkirin. Lêpirsîn Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê dayê destpêkirin. 103 amîralên teqawitkirî daxuyaniyek hevbeş derbarê Peymana Montroyê de belav kiribûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê di lêpirsînê de ji 4 gumanbaran re teblîgat hatiye şandin ku divê di nava 3 rojan de biçin emnîyetê.

Çi bûbû ?

103 amîralên teqawitkirî yên Tirkiyeyî roja Yekşema 4ê Nîsana 2021ê derbarê Peymana Montroyê de danezaneke hevbeş belav kirine. Di danezanê de hatiye diyarkirin ku Peymana Montroyê ji bo Tirkiyeyê destkevtek e û mafên Tirkiyeyê bi baştirîn şêweyê diparêze.

Di danezanê de weha hatiye gotin:

“Montro, ne tenê peymaneke ku derbasbûna ji Tengava Tirkan bi rê ve dibe, di heman demê de  tevahî mafên serweriya Tirkiyeyê yên li Stenbol, Canakkale, Deryaya Marmarayê û Tengavan daye bidestxistin û serketineke mezin a dîplomasiyê ye ku bûye temamkerê Peymana Aştiyê ya Lozanê.”

 "Montroyê, derfet çêkiriyê ku Tirkiye di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de bêalîbûna xwe biparêze. Ji ber van sedeman em di wê baweriyê de ne divê rê neye dayîn Peymana Montroyê bibe mijara nîqaşan ku di mayîndetiya Tirkiyeyê de xwedî cîhekî grîng e.”

Bertekên hatine nişandan

Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî û Mevlût Çavûşoglû, Wezîrê Karên Derve jî di nav de gelek rayedarên dewletê bertek nîşanî danezanê dane û gotine, “tê wateya darbeyê”. Devlet Bahçelî, Serokê Giştî ê MHPyê gotiye, “Divê lêpirsîna îdarî û edlî ya pir alî derbarê danezanê de were kirin. Ahmet Davûtoglû, Serokê Giştî ê Partiya Pêşerojê jî piştgirî daye desthilatê.

Siyasetmedarên mixalefetê jî bertek nîşanî desthilata ku danezana Montroyê weke “darbe” binavkiriye, dane. 

Serdozgeriya Komarî a Enqereyê di heman rojê de derbarê amîralên ku pêşengtiya danezanê kirine de lêpirsîn daye destpêkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin