Ziman û wêje - Berken BEREH*

Ziman û wêje - Berken BEREH*

.

A+A-

Berken BEREH

Ji Konfüçyus pirsî ne;”ger rêveberiya civatê bidana tete j içi destpê dikir?”Min ewil ji bo duristkirina zimanê destpê dikir.Lew ger ziman ne durist be,peyv nikarin bibine bergina fikr û ramanê,Fikr û raman baş neyêne ragihandin,kare divê bê kirin baş bi rêve naçe.Ku kar û bar baş neyête bi cih anînin pergala civatê xira dibe.Ku pergal û töre xera bû mafûdadperweri serubin dibe,ku edalet ji rêgeha xwe derket gel wê bi şaşwazî nizanibe çi bike,çi baş e,çi xerabe.hingê civat ji hev belawela dibe.ji ber vê jî tu tişt bi qasî ziman ne giringe.,

Em dema hest,hizr,daxwaz,arezû ûxwestekên xwe radigihînin,dema tiştên me bihîstî,dîtî,û yê fêrbûne bi kesek din ve par ve dikin,em bi wan re diaxifin an jî bi nivîskî raberî wan dikin.Ev çalakiya ragihandin û vegotinê bi saya zimên pêk tê.Em bi saya peyv,kite an hevokê bi duristî vê çalakiyê pêk tînin.

         Tişta ku neteweyekê pêk tîne û wê li ser stuneke qewîm ava dike,bê guman ziman û kultur e.Em dikarin bibêjin ku ziman hevîrtirşê neteweyê ye.Ew dil,hiş û giyanê wê ye.Bi saya ziman em hest,raman,zanîn û daxwazên xwe bi hev re parve dikin.Têkiliyeke durist bi gelên cîhanê re datînin û bandorê li hev dikin.Bi vî awayî bêndera kultura xwe û mîrateya qewmê xwe radigihînin nifşên nû.

 

       Yek ji amûra vê ragihandinê kultur e.Ji ber vê rastiyê tê gotin ku kultur eyneya neteweyekê ye.Wêje jî kakilê kulturê ye.Di nava kultura netewê de a herî bi bandor û diyarker wêje ye.”wêje rojnivîska neteweyekê ye,çîroka rabirdû,îroyîn û pêşeroja wê ye.Hê wêdetir”ji bo ku neteweyek bibe netew pêdivî bi du tiştan heye:afirandina wêjeya xwe û avakirina sînorên xwe yên fizîkî…Lew re netew ne tenê bi hewceyî tixûbên fîzkî,her wiha divê sînorê zêhna xwe jî fireh bike.”( Gregory Jusdanîs “Modernîzma derengmayî û afirandina wêjeya netewî”)   

Ziman ne tenê bingeha edebe her wiha yê çand û kulturê ye jî.Edebiyata neteweyekê  serhevdeya hemû hilberînên çanda wê neteweyê ne.Bi vê taybetiya xwe ew eyneya wê neteweyê ye.Ji vê jî xuya dibe ku bê ziman ne edebiyat û ne jî çand û kultureke pêk tê.Ev her sê hêman encax bi hev re tên tewaw kirin.Paul Valery gellek cara dubare kiriye”helbest ne bi hest û hîsan lê bi peyvan tê nivîsandin.

Ziman navgîneke ragihandinê ye.Em bi civat an bi kesekî  an bi xwezayê re tenê bi arîkariya zimên têkiliyeke durist pêk bînin.Ji bo ev têkilî bi awayek rêkûpêk be pêdivî bi pergalekê heye,ev pergala rêkû pêk ya ziman e.Bi vê taybetiya xwe ziman alav û amûra bingehîn ya pergala civat û jiyanê ye.

Her hunerek bi awayekî tê afirandin û bi kar anîn.Wênesazek bi rengan,muzikjenek bin otayan(dengan)hostayek avahiyê bi ax,kevir, têkildar e.Edebiyat jî biz iman re dide û distîne.Ez dikarim bibêjim hevirtirşê wê ziman e.Bi zimanî em dikarin xemgînî,coş û peroş,bextewarî û diltengiya xwe bi lêv bikin û van hestên xwe ragihînin kes an civakê.Nexwe têkiliyeke jênager heye di navbera ziman û edebiyatê de.Lew edebiyat jî zimanî diparêze,geş dike,hêz û şiyana wê xurtir dike.Nemaze helbest,lew helbest tekane hunera qedîm,kevn û reseniya wê civatê ye.Edebiyat çalakiyeke.hewldaneke,sekneke.Eliot dibêje ku ev çalaki,çalakiyeke ziman e.bi şekspir û dante mînakan dide.Sedema navdarî û xwe gihandina girseyê bi bi karanîna zimên ve gire dide.Lew dante zimanek hêsan herikbar,ya rojane pê tê axaftin bi kar aniye.Ev jî li me dide zanîn ku ziman bê çiqasî giringe.Viloras jî dibêje”zimanek çawa tê axaftin divê bi wî awayî bê nivîsandin.Lew endamên civatekê encax bi saya zimanî dikare têkiliyeke durist li gel hev ava bike.

Beredayî negotine hîmê bingehîn yê netewbûyînê ziman e.Ya din çand û kultur e ku ew bi saya ziman pêkhatiye.Ziman şahide dîrokê û hem jî ew bi xwe ye.

 Dewlemendiya zimanekê dewlemendiya çand û kulturê ye.Tixûbên zimanekî di heman deme de tixûbên wê neteweyê ye jî.Hişmendî,feraset,têgihîştina neteweyekê bi gor zimanê wê neteweyê ye.C.Bedirxan  beredayî ne digot “kurdino,

Nasnameya min di deve min de

Derya min a fikr û tesewirê

Hişê min hêzê jê distîne…

Nasnameya min di deve min de

Zimanê min î bav û kalan.

Rojen Barnas baş zane ku ji bo vê pêdivî bi du tiştan heye; “avakirin û damezrandina tixûb û wêjeya netewî…netew ne tenê sînorên xwe her wiha divê sînorên hiş û bîra xwe jî fireh bike”.

İlm,zanin,filsefe,müzik,wêne,hûner,…hemû zanist û afrînerî bi saya zimên pêk tê.Bi wê re bi pêş dikeve.Hemû pirsgirêk û alozi bi wê tê çareser kirin

Ziman hevîrê netewbûyînê ye.Bi saya zimanî yekîtî û hevahengiya neteweyê pêk tê.Kesên bi heman zimanî diaxifin,li hember bûyer û qewimînan heman bertekê nişan didin.Bi heman hestiyariyê tevdigerin.Ev jî rê dide ku çand û keleporeke hevbeş ya civakê pêk bê.Civat xwe li dora heman çîrokê saz dike.

Her zimanek xwedî taybetiyên cuda ne.Biwêj,gotinên pêşiyan,tiştonek,pêkenî,şîret,nifir hwd.coş û peroşî,hêrs,kerb,girî,şîn,şahî hwd.

Ziman hêz û şiyana neteweyekê ye.Ew bi saya wê dikare xwe ragire û dahatuyeke bi gor viyana xwe amade bike.

Ez gotina xwe bi pêşniyazekê temam bikim.Bila şaredariya me navê kolanan ne bi reqeman lê bi navê navdarên kurdan binav bike.Hingê kesê navî bixwîne dê jê re bibe meraq ku wî şehsiyetî nas bike.Ev bi xwe ji bo hişmendiyeke hevbeş dibe sedemeke erênî.

15.05.2024

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin