
Zanîngeha Rojavayê: Kêmkirina dersên Kurdî gaveke ber bi paş ve ye
.
Zanîngeha Rojavayê li ser biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya kêmkirina demjimêrên dersên Kurdî daxuyaniyek belav kir.
Zanîngeha Rojavayê daxuyaniya xwe bi Kurdî û Erebî li ser Facebookê belav kir.
Zanîngehê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew biryara kêmkirina dersên Kurdî ji bo di hefteyekê de 3 demjimêran ji nêzîk ve dişopînin.
Li gorî nirxandina akademîk a zanîngehê, ev biryar bipaşveçûnek e û bipêşketina pergala perwerdeyê ya li herêmê asteng dike.
Zanîngeha Rojavayê destnîşan kir ku di 12 salên borî de li Rojavayê Kurdistanê tecrubeyeke mezin a zanistî kom bûye.
Di vê demê de zimanê Kurdî di hemû astên perwerde û lêkolînê de wekî zimanê sereke hatiye pejirandin.
Hat gotin ku bikaranîna zimanê dayîkê ne tenê bi beşên wêjeyî re sînordar maye, di beşên bijîşkî, bîrkarî, fîzîk, kîmya û endazyariyê de jî ders bi Kurdî hatine dayîn.
Encamên neyînî yên biryarê
Zanîngehê diyar kir ku sînordarkirina zimanê Kurdî dê bibe sedema encamên neyînî yên perwerdehî û akademîk.
Li gorî daxuyaniyê, ev biryar şiyana têgihiştin û analîzkirinê ya xwendekaran kêm dike û destkeftiyên 12 salan ji holê radike.
Her wiha hat gotin ku ev gav pîvan û peymanên perwerdeyê yên navneteweyî piştguh dike ku tekeziyê li girîngiya zimanê dayîkê dikin.
Pêşniyara perwerdeya bi 2 zimanan
Zanîngeha Rojavayê ji bo çareserkirina vê rewşê pêşniyar kir ku li şûna sînordarkirinê, modela perwerdeya bi 2 zimanan were pejirandin.
Zanîngehê diyar kir ku ev modeleke zanistî ye û di asta cîhanî de tê qebûlkirin.
Bi vî awayî dersên zanistî zimanên Kurdî û Erebî tên dayîn û mafên zimanî yên xwendekaran tên parastin.
Banga ji bo Şamê
Zanîngeha Rojavayê tekez kir ku perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî akademîk û mirovî ye.
Zanîngehê bangî aliyên pêwendîdar kir ku vê biryara kêmkirina dersên Kurdî ducare di ber çavan re derbas bikin.
Zanîngehê di dawiyê de xwest ku ji bo parastina paşeroja xwendekaran û kalîteya perwerdeyê, destkeftiyên 12 salên borî werin parastin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin