Zalmay Xelîlzad: Hikûmeta Iraqê budceya komên êrîşî Kurdan dikin dabîn dike

Zalmay Xelîlzad: Hikûmeta Iraqê budceya komên êrîşî Kurdan dikin dabîn dike

.

A+A-

Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad amaje da ku, gotgotk hene ku Hikûmeta Iraqê budceya wan koman dabîn dike yên ku êrîşî Kurdan û berjewendiyên Amerîkayê dikin.

Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad îro (Duşem, 9ê Adara 2026ê) li ser tora civakî ya Xê ragihand: Gotgotk û kesatiyên bawerê amajeyê didin ku, ew komên Iraqî yên ku alîgirên Îranê ne û êrîşî armancên Kurdî dikin ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve budce ji wan re tê dabînkirin.

Zalmay Xelîlzad amaje jî da ku, her ew kom li pişt gelek êrîşan in, ku li ser Balyozxaneya Amerîkayê li Baghdadê û hêzên Amerîkayê yên ku li Herêma Kurdistanê hatine binecihkirin tên kirin.

Navbirî herwesa got: Li ber ronahiya van bûyeran, tekez tê kirin ku heke ev tomet rast derkevin, divê birêveberiya Amerîkayê bijardeya armanckirina wan koman nîqaş bike, da ku şiyanên wan ên leşkerî tune bike, herwesa zextê bixe ser Hikûmeta Bexdayê da ku tavilê hemî rengên piştgiriya darayî ji wan koman re rawestîne.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin