Yuzbaşî Zîya yê xaîn Şêx Ebdirrehim îxbar kirîye!

Yuzbaşî Zîya yê xaîn Şêx Ebdirrehim îxbar kirîye!

PAK û hin welatperwer û malbata Şêx Ebdirrehîm li ser gora nemir Şêx Ebdirrehîm civîyan û bi bîr anîn.

A+A-

Bîranîna Şêx Abdurrahîmê Paloyî (Şêrê Paloyê)

Di 17.07.2017 saet li 12.00an de endamên PAKê û hin welatperwer û malbata Şêx Ebdirrehîm li ser gora nemir Şêx Ebdirrehîm civîyan. Di destpêka bîranînê de dua û fatihe li ser ruhê nemiran hate xwendin.

Siyasetmedar Îbrahîm Guçlu bi kurtasî behsa bûyera bûyî kir.

Mele İmadeddin bi kurtasî behsa buyerê kir û helbesteke xwe xwend.

Paşî lawê Şêx Ebdirrehîm Şêx Fevzî Bîlgîn axîvî û bi kelogirî got: "Ji bo xwedê bila kurd dîroka xwe nas bikin, bila xwe nas bikin û bila ji hev hez bikin."

Du re Serokê Şaxa PAKê ya Batmanê Aziz Özdemir bi kurtasî ‘’Şêx Ebdirrehim ki ye?’’ û di derheqê buyerê de agahî dan û got: "Em Şêx Ebdirrehîm û hevalên wî bi rêzdarî bibîrtînin.’’

Şêx Ebdirrehim di 1897an de li Xinisê li gundê Kolhîsar hatîye dinê. Kalê wî Şêx Elî Septî nexşîbendî ye û li herêma Meletî, Xarpêtê, Erzirom, Amed, Çewlig û Muşê medreseyên heyî rêvebirê wan medreseyan bû. Bavê Şêx Ebdirrehim Şêx Mahmut Fevzî bu û ew jî kurê Şêx Elî Palewî bu. Birayê Şêx Seîd ê herî biçuk bû.

Di tevgera neteweyî ya 1925an de cî girtîye û heya dawi serleşkerîya hêzên çekdar kirîye.Piştî ku tevgera neteweyî ya 1925an têk çu jî bi lehengî tekoşînê berdevam kirîye.Û paşî heya 1937 an de li Binxetê dimîne.

Di 1937an de ku Serhildana Dersîmê destpê dike û Şêx Ebdirrehim tevî hevalê xwe tên Serxetê ku careka din serhildanê geş bikin û pişgirîya serhildana Dersîmê bikin. Wexta ku tên dora gundê Sînanê a Bismilê sîxurên herêmê pê dihisin û sixurek jî hevalêkî wan bu. Ew xaîn Yuzbaşî Zîya Dersimî bu. Bi agahdarîya wan xaîn û sîxuran(Yuzbaşî Zîya Dersîmi, Muxtarê Salatê, û sîxur Emerê Koperî) Alaya Amedê û Merdînê wan dorpêç dikin, şer û pevçun dest pê dike.

Ev şer û pevçun du re dirêj berdewam dike u leşkerê tirkan bi hovane agir berdidin zad û zevîyên wê deştê. Û ew pakrevanên Kurdistanê tên şehîd kirin. Li gor tê zanîn di 17ê tirmehê de dora wan tê dorpêçkirin şer û pevçun heya 18 û 19ê tirmehê berdevam dike.

Ji gundê mirkulanê Şêx Mehmet Can (Xwedê jê razî) gundê der û dorê agahdar dike û bi merasimeke girseyî Şêx Evdirrehim defn dikin. Paşî qereqola Bismilê tên gora Şêx Ebdirrehim xera dikin. Lê bi banga Şêx Mehmet Can ku dibeje”Ji bo xwedê bila gora vî hêjayî her tim diyar be, wenda n be” ew bang û wesîyet bi cî hat û va ye em li ser gora nemir in….."

Di berdawamîya axaftina xwe de got:

"Şêxê min em zanin ku hûn aniha Şêx Seîd û Seyît Riza li kêleka hev in.

Şêxê min em nevîyên we mizgînîya Referanduma Serxwebuna Kurdistanê didin we.

Şêxê min xewn û xeyalê 50 milyon kurd pêk tê Kurdistan ber bi devletbunê ve diçe.

Şêxê min, şehîdê bihuştî zanibin her dem Rêbaza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî , Îhsan Nurî Paşa,Seyîd Riza,Qazî Mihemed û Mele Mistafa Barzanî her dem guncav e û em şopînerên wan in.

Şêxê min hûn ji nevîyê xwe piştrastbin ,bila çavê we li du we nemîne .Cihê we bihuşta baqî be."

Ji malbatê Alî Saîd Firat(Nevîyê Şêx selahaddin),Behram Bîlgîn(Lawê Şêx Zulkuf),Abdulsamed Bîlgîn(Lawê Şêx Fewzi), Felat Aygören (Kurê Şêx Husameddîn), Kasim Firat (Lawê Şêx Elî Riza) li ser taybetîyên Şêx Ebdirrehîm û buyerê axivîn û sipasîya beşdarvanan û bi taybetî sipasîya PAKê kirin.

Bîranîn bi hestên germ yê neteweyî bi dawî bû.

Şehîdên 17.07.1938 an

  1-Şêx Evdirehimê Paloyî

  2-Şêx Mizbeh Qamişlo

  3-Cemîlê Seyda Lîcî

  4-Hecî Teyîp Lîcî

  5-Xalid Şerîf Lîcî

  6-Evdilsemed Lîcî

  7-Mihemedê Xatê Lîcî

  8-Mele Hemdullah Lîcî

  9-Selahaddin Seyîdxan

10-Huseyîn Beg Sawur(yuzbaşi)

11-Elî Beg Sawur(yuzbaşî)

12-Mistafa Beg Sawur(yuzbaşî)

13-Hesen Axayê Paloyî

14-Silê Solikî Merdîn

15-Serres Baxistanî

16-Hilmî Begê Muşî

17-Zîya Begê Dersîmî (yuzbaşî) (Ev cehşê xaîn gilîyê hevalên xwe kir û bû sedema şehadeta wan.)

102.jpg100.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin