YPG red dike ku Tirkiyeyê Raco kontrol kiribe

YPG red dike ku Tirkiyeyê Raco kontrol kiribe

Firokeyên şer ên Tirkiyê bê navber navçeyên Cindirês, Şera û Racoyê bordûman dikin. Medya fermi ya Tirkiyê jî kontrolkirina Racoyê ragihand lê YPG red dike.

A+A-
Di roja xwe ya 43an de êrîşên ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û derdora wê berdewam in. Hat ragihandin ku li Şera, Cindirês û Racoyê jî şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

 

Li gor medya nêzîkê YPGê, li Şera, Cindirêsê û Raco şer û pevçûnên dijwar hene. Firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê ji şevê din heta niha bê navber navçeya Cindirês, Raco, Şera û gundên girêdayî wan bombebaran dikin.

 

Artêşa Tirkiyê bi taybet Baregehê Kefercenê, gundên Sînka, Çema, Xirabê Şera, Baflonê û navenda navçeya Şera bi dijwarî bombebaran dike. Li derdora navçeya Cindirêsê jî di navbera şervanên YPGê û leşkerên Tirkiyê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

 

Heman çavkanî diyar dikin ku li navçeya navbera Reco û gundê Mûskê de pevçûnên dijwar çêdibin. Li derdora gundê Çema û girê gundê Baflûnê yên girêdayî Şera jî şer heye û li nêzîkê gundê Çema 2 BMB hatine rûxandin û 16 leşker û çekdarên girêdayî Tirkiyê hatine kuştin.

 

Li gor ajansa fermi ya Tirkiyê, îro Şemiyê Artêşa Tirkiyê operasyoneke berfireh bi ser navçeya Raco ya Efrînê û di operasyonê de ku çekdarên opozîsyona Sûriyê beşdar in, navenda bajarokê Racoyê hatiye kontrolkirin û li çend cihan jî şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

 

Li aliyê din çavkaniyên Yekîneyên Paratina Gel (YPG), wê yekê red dikin ku bajarokê Raco ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ve hatibe kontrolkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin