Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir

Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir

.

A+A-

Wezîrên parastinê yên welatên Yekîtiya Ewropayê, Serkreterê Giştî yê NATOyê û Berpirsa Polîkayên Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê dicivin.

Mijara sereke ya civînê Ukrayna û Hûsiyên li Deryaya Sor in.

Wezîrên parastinê yên 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dê li Wezareta Parastinê ya Belçîkayê bi Alîkarê Sekreterê Giştî yê NATOyê û Berpirsa Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê re bicivin.

Mijara sereke, alîkariya ji bo Ukraynayê û operasyona li gel Amerîka-Brîtanyayê ya li dijî Hûsiyên li Deryaya Sor e.

Belçîka, Danîmarka, Holenda û Almanya welatên sereke yên ku beşdarî operasyonê dibin in.

“Operasyona Apidisê pêşve diçe”

Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê ya Karûbarên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê Joseph Borrell got:

“Em dizanin ku asayîşa rêyên avî yên Deryaya Sor di çend hefteyên derbasbûyî de gelekî xirab bûye.

Em oprasyona bi navê ‘Aspidis’ ku ji gotineke Yûnanî hatiye girtin a bi wateya kelhê li ser Deryaya Sor bi rê ve dibin. Di vê operasyona me de pêşkevtin hene.

Hûn dizanin, ji bo parastina keştiyên bazirganiyê çavdêriya bendan û zêdekirina hişyariya deryayî pêwîst e.”

Belçîka dê bi keştiyeke leşkerî ya bi navê “Louis Marieyê” beşdarî operasyonê bibe.

Di nîvê meha Sibatê de, Parlamentoya Belçîkayê dê li ser erka nû ya artêşê deng bide.

Wezîra Parastinê ya Belçîkayê Ludivine Dedonder jî got:

“Wekî hûn jî dizanin ji bo beşdarbûna Operasyona Lîmahî ji aliyê hikûmeta me ve lihevkirineke destpêkê hebû.

Li herêmê operasyonên cuda hene ku divê bi koordîne bên kirin. Îro jî me gelek nîqaş kirin û tim bi hev re dixebitin.”

“Ewropa dikare milyonek çek hilberîne”

Yekitiya Ewropayê, ji bo Ukraynayê û bi taybetî ji bo parastina xwe cebilxaneya xwe ya çekan zêde dike.

Endamê Komîsyona Neteweyên Yekbûyî û Berpirsê Bazara Navxweyî Thierry Breton jî got:

 “Du meh mane ji bo plane, em li Ewropayê ji bo Ukrayna û ji bo ewlehiya xwe zêdetir cebilxane dihilberînin.

Du meh beriya plana me, Ewropa dikare milyonek çek hilberîne. Piştre, wekî hûn dizanin, bernameya me ya Apids ji ber berhemanîna çekan heye.

Ji kompanyayê 82 pêşnîyaziyên ku ji aliyê bernameyê ve werin piştgirîkirin hatine wergirtin.

Ez û tîma xwe di pêvajoya bidawîanîna kompaniyayan de ne û di hefteyên pêş de em dê 20 heta 30 kompanyayan hilbijêrin ku dê ji Apidsê sûd werbigirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin