Yekemîn Festîvala Fîlman a Kurdî li Birminghamê tê lidarxistin

Yekemîn Festîvala Fîlman a Kurdî li Birminghamê tê lidarxistin

.

A+A-

Li bajarê Birmingham ê Brîtanyayê, bi beşdariya 350 fîlman û dabeşkirina 8 xelatan, yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin.

Amadekariyên ji bo "Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Birminghamê" bidawî bûn. Organîzator û hunermend Daro Ezîz derbarê hûrgiliyên festîvalê de ji Kurdistan24ê re axivî û da zanîn, ev festîval dê bibe platformeke giring ji bo sînema û çanda Kurdî.

Daro Ezîz destnîşan kir, ev festîval ji aliyê komek hunermend, fîlmçêker û çalakvanên Kurd ve hatiye amadekirin. Ezîz got: "Armanca me ya serekî piştgirî û handana fîlmçêkerên Kurd e. Em dixwazin çanda Kurdî bi cîhanê bidin naskirin û platformekê ava bikin, daku hunermend û temaşevan werin cem hev."

Di festîvalê de dê fîlmên kurt û dirêj ên ji her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê werin nîşandan. Mijarên fîlman giranî didin ser jiyana Kurdewarî, nasname, dîrok û pirsên civakî. Herwiha di çarçoveya festîvalê de dê civîn û gotûbêjên taybet li gel sînemakar û pisporên vî babetî werin lidarxistin.

Daro Ezîz bal kişand ser keda xwebexşan û got: "Tiştê ku herî zêde min kêfxweş dike, ew ruhê xwebexşî û dilsoziya sînemakarên biezmûn e. Em wekî derwêşan şev û roj dixebitin, daku festîvaleke bêmînak pêşkêş bikin."

Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Birminghamê dê di 28’ê Gulana 2026’an de dest pê bike û 4 rojan berdewam bike. Di festîvalê de ku 350 fîlm beşdar in, dê di 8 beşan de xelat werin dabeşkirin. 

(K24) 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin